Cemîl Bayik: Tu kes nikare pêşî li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigire

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik îşaret bi girîngiya têkoşîn û berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker kir û got “Gelê Rojava, gelê Bakurê Sûriyê bi tevahî çi Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, Çerkez bi têkoşîna xwe, bi ked, têkoşîn, şehîd û berxwedana xwe, xwe kirin hêzeke meşrû. Ji ber vê kes nikare pêşî li vê hêzê, li van gelan bigire.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik şerê rejîma AKP-MHP'ê yê li dijî gelê Kurd, gef û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrîşên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê û berxwedana gel a li dijî van êrîşan şîrove kirin.

Bayik di hevpeyvîna xwe ya li gel ANF’ê de îşaret bi berxwedana li dijî desthilata AKP-MHP’ê kir û wiha got: “Ew siyaseta ku Erdogan-Bahçelî dimeşîne her ku diçe ew siyaset bi xwe Tirkiyeyê lawaz dike, tengav dike, pirsgirêkan mezin dike. Vê siyasetê ne tenê li nava Tirkiyeyê tengaviyê, zehmetiyê dide çêkirin, li derveyî Tirkiyeyê jî ji bo Tirkiyeyê gelek tengavî û zehmetiyê bi pêş dixe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê her ku diçe lawaz dibe. Vê yekê bi siyaseta xwe bi xwe çêdikin, ne ku li dijî wan berxwedaneke pir xurt heye, ew berxwedan wan lawaz dike, pirsgirêkê wan çêdike.

‘Di nav faşîzmê de aştî nabe, li dijî wê têkoşîn dibe’

Rast e berxwedana Rêber Apo, ya gerîla, PKK, gelê me wan lawaz dike, her ku diçe ev berxwedan pirsgirêkên wan zêde dike. Lê belê siyaseta ku ew dimeşînin vê berxwedanê xurt dike. Ji ber vê jî her ku dixwazin siyaseta qirkirinê, faşîst xurttir bikin, li dijî wê berxwedan jî xurttir dibe. Ev jî wan bêhtir lawaz dike, ber bi mirinê ve dibe. Ji ber vê yekê di nava civaka Tirkiyeyê de jî yên ji siyaseta wan aciz in zêde dibe. Hem jî di nava AKP'ê de gelek li dijî vê siyasetê radiwestin. Yên ku berê li gel Erdogan dixwazin niha partiyên nû ava bikin. Gelek di nava AKP'ê de îstifa dikin, dixwazin tevlî wan partiyên nû ava dibin bibin. Di hilbijartinên şaredariyê de jî derket holê ku gelê Tirkiyeyê li siyaseta wan nerazî ye, wan qebûl nake. Jixwe di encama hilbijartinên şaredariyê de jî AKP-MHP ji desthilatdariyê ket. Eger bi wan re piçek demokrasî hebûya û hurmeta gelan hebûya, girêdayî nirxên mirovahiyê bûna wê îstifa bikirana. Îstifa nekirin, çi kirin? Weke ku hîç ew hilbijartin çênebûye û ji desthilatdariyê neketine, dixwazin berdewam bikin. Çawa? Bi tirs, îşkence, girtin, kuştin û şer dixwazin her kesî bêdeng bikin û dixwazin partiyên nû yên bên avakirin asteng bikin. Bi taybetî bi şer her kesî bitirsînin û teslîm werbigirin ku kes li dijî wan dernekevin û li desthilatdariyê bimînin. Wekî din nikarin li desthilatdariyê bimînin. Ew îmkan ji destê wan çû, tenê bi şer dixwazin li desthilatdariyê bimînin. Ji ber vê her ku diçe dixwaze şer ji bo xwe esas bigirin. Hem li nava Tirkiyeyê hem li derveyî Tirkiyeyê. Desthilatdariyeke ku qedera xwe bi temamî bi şer ve girêdayî ye. Di vî şerî de jî esas li dijî Rêber Apo, PKK, gelê Kurd şer dimeşîne. Vê esas werdigirin. Ji ber ku astengiya herî mezin a li pêşiya wan ew e. Eger vê astengiyê ev astengî ji holê rakirin dikarin di şer de encamê wergirin û li desthilatdariyê bimînin. Ev karaktera faşîstan, dagirkeran û qirkeran e. Di dîrokê de desthilatdariyên bi vî rengî, partî, rêxistinên bi vî rengî hemû bi şer timî li ser desthilatdariyê mane. Heta ku ketine jî şer dom kirine. Desthilatdariyên bi vî rengî bi hilbijartinê naçin. Tenê bi berxwedanê diçin. Jixwe piştî hilbijartinên şaredariyan jî ispat bû ku bê berxwedan ew dest ji desthilatdariyê bernadin, dest ji şer bernadin. Ev yek eşkere derkete holê. Lewma divê her kes vê rastiyê baş fêm bike, li dijî vê desthilatdariyê berxwedanê bikin. Bi berxwedanê dikarin dawî li wan bîne, naxwe ew ti carî ji desthilatdariyê û şer dest bernadin. Ji ber vê yekê divê kesek xwe nexapîne. Bila wer nebêjin; em ji bo aştiyê têkoşînê dikin, em ji bo demokrasiyê têkoşîn dikin, em aştiyê dixwazin. Di bin faşîzmê de, di bin qirkirinê de, di bin şer de, di bin kuştin, girtinê de aştî nabe. Li dijî wê têkoşîn dibe. Ya rastî ew e.”

‘Eger Tirkiye îro li ser Sûriyê vê siyasetê dimeşîne, hinek dewlet hêzê didin wan’

Cemîl Bayik destnîşan kir ku desthilata AKP-MHP’ê li hemû deverên Kurdistanê şer dide meşandin û wiha got: “Niha ev desthilatdarî ne tenê li dijî Bakur, gelê Kurd, PKK, gerîla şer dike. Li beşên din jî li Başûr, Rojhilat, Rojava jî şer dike. Niha her roj gefan li dijî Sûriyeyê dixwe, li ser Rojava. Eger Tirkiye îro li ser Sûriyeyê, Rojava vê siyasetê dimeşîne ev ne hêza wan e. Hinek dewlet hêzê dide wan. Ji ber ku berjewendiyên wan dewletan vê dixwazin. Berjewendiya sermayedarên Tirkiyeyê jî vê dixwaze, ji ber vê yekê berjewendiyên hin sermayedarên Tirkiyeyê û hin dewletan digihêjin hev. Ew li pişt desthilatdariya Erdogan-Bahçelî disekinin. Dibînin ku bi van dikarin berjewendiyên xwe pêk bînin. Ji ber ku ji van baştir kesekî nikarin bibînin. Erdogan-Bahçelî bi temamî di xizmeta wan de ne. Gelan dixapînin, dibêjin 'em milî ne, em bi her tiştî milî, yê Tirkiyeyê ji bo xwe esas werdigirin'. Derewên mezin dikin. Bi alîkariya dewletên derve hatin ser desthilatdariyê, bi alîkariya sermayedarên Tirkiyeyê hatin ser desthilatdariyê, di bin xizmeta wan de vê siyasetê dimeşînin. Rastî ew e. Ev ne milî ne. Temamî li dijî Tirkiyeyê ne, li dijî gelan e. Yên ku bi şer desthilatdariyê bimeşînin, qedera xwe girêdayî şer bike ti carî milî nabe. Ew xizmetê ji gelê Tirkiyeyê, ji însaniyetê re nake.

‘Divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe ji bo berxwedana li dijî dewleta Tirk amade bike’

Hevserokê KCK’ê bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû: “Eger îro gefên bi wî rengî dixwin, ew ne ji ber hêza wan e. Li pişt wan hêz hene. Ji destpêka Sûriyeyê heta niha ew piştgiriyê dikin û teşwîq dikin, ji ber wê Tirkiyeyê ew gav li Sûriyeyê avêt. Niha jî wan gefan dixwe. Rastî ew e. Niha Tirkiye û Amerîka tifaqek kir. Erdogan çi got? Got, 'me gava yekemîn avêt, me di vê gavê de encam wergirt, em ê li ser wê gavê gavên din biavêjin'. Piştî wê jî çi dibêje? Dibêje 'Ya li gor daxwaza me dibe, em dikevin Rojava, Bakurê Sûriyeyê em bernameya xwe pêk tînin, vê qebûl bikin. Eger ev nebe em ê vê pêk bînin'. Ev bi rengekî eşkere got. Yanî dibêje, ez ê Bakurê Sûriyeyê, Rojava bi temamî bi destê xwe ve bixim. Hûn ê vê qebûl bikin. Li hemberî Ewropayê dibêje, 'Eger hûn qebûl nekin ez ê pêşî li koçberan vekim' şantajê lê dike. Ji Amerîkayê re jî dibêje 'Eger hûn qebûl nekin, ezê têkevim'. Ji xwe ji ber vê yekê hêzên xwe li ser hidûd her zêde dike. Çima? Ji ber ku bi gava yekemîn weke ku meşrûyetek bi destê xwe ve xist. Li ser wî zemînî dixwaze gava din jî biavêje. Yanî Bakurê Sûriyeyê bi temamî dagir bike. Lazim e gelê me û gelê tevahiya Sûriyeyê vê rastiyê baş bibîne. Bi tawîzan nikarin pêşî li Tirkiyeyê bigirin. Ancax bi berxwedanê dikare pêşî li Tirkiyeyê bigirin, dikarin berxwedaneke xurt bikin jî. Ji ber ku meşrûbûyînek qezenc kirine. Li dijî DAÎŞ'ê têkoşîn kirin, li gel însaniyetê hurmeta wan mezin çêbû. Di dilê însaniyetê de meşrû bûn. Dema ku tevgerek, berxwedanek meşrû be kes nikare li dij bisekine. Niha gelê Rojava, gelê Bakurê Sûriyeyê tevahî çi Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, Çerkez ev bi têkoşîna xwe, bi ked, têkoşîn, şehîd û berxwedana xwe xwe kirin hêzeke meşrû. Ji ber vê kes nikare pêşî li vê hêzê, li van gelan bigire. Dikarin li dijî Tirkiyeyê berxwedaneke mezin bikin. Lazim e xwe ji bo wê amade bikin. Ya ku wan biparêze ew e, ya ku demokrasiya wan, biratiya wan biparêze ew e. Wekî din tiştekî din nikare wan biparêze. Ji ber ku Tirkiyeyê gavek avêt û dixwaze li ser vê gavên din jî biavêje. Vê yekê ji bo xwe heq dibîne, dibêje 'mafê min e, ez ê van deveran bi dest bixim'. Ji ber ku armanca daniye pêşiya xwe Mîsakî Mîlî ye. Yanî ji Efrînê heta Kerkûkê dixwaze Kurdistana di destê Osmaniyan de careke din wergire. Erdogan ev yek ne carekê gelek caran bi rengekî eşkere got. Dema ku CHP'ê got 'karê me li wan deveran nîn e', got, 'Hûn Lozanê fêm nakin. Yanî me bi Lozanê ew winda kirin, ew devera me ne, welatê me ye, divê em wan deveran careke din werbigirin'. Ew gotin. Tiştê ku îro dike ew e. Ji ber vê yekê hem gelê Kurd, hem gelên Bakurê Sûriyeyê li dijî ketina Tirkiyeyê divê xwe amade bike. Divê berxwedaneke dîrokî bikin, eger bikin dikarin Tirkiyeyê têxin bîreke kûr. Tirkiye wê demê nikare ji nava wê derkeve. Ew yek wê dagirkerî, faşîzma Tirkiyeyê bi dawî bike. Ev yek dikeve xizmeta tevahiya gelên Sûriyeyê.”

‘Desthilata AKP-MHP’ê lawaz dibe’

Bayik tekez kir ku desthilata AKP-MHP’ê roj bi roj lawaztir dibe û got: “Ji ber ku lawaz dibe her ku diçe şer xurttir dike. Gefan xurttir dike. Dixwaze gavên din biavêje. Dixwaze bi vê yekê re pêşî li gelan bigire, pêşî li tevgera demokrasiyê bigire, pêşî li parçebûna AKP'ê de bigire ku karibin li desthiladariyê bimîne. Eger şer mezin dike, gefan mezin dike sedem ew e. Eger xurt bûna ew nedikirin, bi xwe bawer bikirana ew nedikirin. Ji ber ku ditirsin ku ji desthilatdariyê bikevin, heta bên dadgehkirin. Ji ber ku sûcê şer, sûcê mirovatiyê kirin. Dest jê bernadin, ku dawiya wê çi ye mehkeme ne dad e. Ji bo nekevin dadan divê li desthilatdariyê bimînin, ji bo wê divê şer xurttir bikin. Ji ber vê gefan dixwin. Amerîka jî, Rûsya jî vê dibînin. Her du jî dixwazin ji lawaziya Erdogan-Bahçelî ji bo xwe hinek encaman werbigirin. Çawa dawiya Osmaniyan hinek dewletan dixwestin ji lawaziya Osmaniyan ji bo berjewendiyên xwe encaman werbigirin, hinek alîkarî dikirin û gelek tişt bi dest ve dixistin, niha Rûsya û Amerîka jî wê dikin. her du jî lawaziya Erdogan-Bahçelî fêm kirine. Lawaziya wan Kurd e, ji bo wê meseleya Kurd derdixînin pêş, Erdogan-Bahçelî yekser daxwazên wan qebûl dike. Ji bo Kurd negihêjin statuyekê, negihêjin mafekî li Tirkiyeyê çi heye difiroşin, tiştekî bifiroşe êdî nema. Heta niha firot firot firot, lê êdî tiştekî bifiroşe nema. Ji ber vê yekê pir tengav bûye. Lazime Rûsya û Amerîka jî li ser gelê Kurd berjewendiyên xwe pêk neynin. Kurd nekin qurban, li ser qurbaniya Kurd jî hinek îmkanan bi dest nexin. Em ne li dijî berjewendiyên wan in. Dikarin berjewendiyên xwe biparêzin, dikarin li Tirkiyeyê hin tiştan jî bi dest bixin, îmkanên wan hene. Lê belê divê vê yekê li ser qurbankirina Kurdan nekin. Kurd jî lazime vê rastiyê baş fêm bikin ku Amerîka jî Rûsya jî li ser Kurdan bi Tirkiyeyê re têkiliyê pêk tînin û alîkariya Tirkiyeyê dikin. Tirkiye ji wê cesaretê werdigire, van gefan dixwe van gavan diavêje. Eger ew alîkariya Tirkiyeyê nekin, Tirkiyeyê teşwîq neke Tirkiye nikare van gefan bixwe. Nikare gavekê jî biavêje. Gavê ku heta niha avêtiye, ji destpêkê heta îro li Sûriyeyê avêtiye ne bi hêza xwe avêtiye. Li pişt hemûyan ev dewlet hene. Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, ji wê netîceyê werdigirin. Li ser gelê me vê siyasetê dimeşînin. Gelê me lazim e xwe neke qurbanî, nekeve xizmeta wan. Di vir de siyaseteke rast ji bo xwe bimeşîne. Eger wê dostaniyê bikin divê dostaniyê bi rengekî rast bikin. Ne bi navê dostaniyê dijminahiyê bikin. Dixwazim gelê me di vir de hişyar bikim. Divê xwedî li xwe derkeve.”

‘Dewleta Tirk dixwaze di avakirina Sûriya nû de rola xwe hebe’

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha pê de çû: “Gelê Bakurê Sûriyeyê, biratiya xwe, yekîtiya xwe, lazim e xurt bike. Li dijî siyaseta ku li dijî wan tê meşandin, lazime bi xurtî û cesaret rawestin. Wê demê ew nikarin bi vî wî rengî nêzîk bibin, nikarin planên xwe bimeşînin. Niha Tirkiye tengav dibe, weke ku min got ji bo Kurd negihêjin mafekî li Tirkiyeyê çi hebe difirot. Tiştekî bifiroşin nema, dawiya wê siyasetê hat. Ji ber ku tiştekî bifiroşe nemaye êdî siyaseta xwe ya li Sûriyeyê pir tengav dibe, bi her rengî ber bi dawiyê ve diçe. Ji bo vê nejî dixwaze têkeve Bakurê Sûriyeyê. Ji bo wê dixwaze têkeve Sûriyeyê. Dixwaze di avakirina Sûriyeya nû de roleke xwe hebe. Dixwaze bi ketina Bakurê Sûriyeyê vê rolê pêk bîne. Eger nekeve nikare vê rolê pêk bîne. Hatta ew gavên ku heta niha avêtin wê li dijî wan bizîvirin, heta niha li ser vê desthilatdariya xwe dimeşandin, gelên Tirkiyeyê dixapandin, alîkariya wan werdigirtin, ev yek wê dawî li wan bîne. Gelên Tirkiyeyê jî wê rastiya wan bibîne û li dijî wan bisekinin. Di vê mijarê de gav tên avêtin. Ji vê yekê pir ditirsin. Eger li Tirkiye û Sûriyeyê gel vê rastiyê bibîne, berxwedana xwe xurt bikin Tirkiye wê serserî biçe. Ev yek rastiyeke. Siyaseta ku li Idlibê dimeşandin vê yekê diyar dike. Li Idlibê jî pir tengav bûye, diyar e ku wê hîn tengavtir bibe. Ji bo tengaviya xwe ya li Idlibê veşêre dibe ku Idlibê bifiroşe jî. Bifiroşin; berdêla wê jî li Bakurê Sûriyeyê bixwaze tiştinan bi dest bixe. Ew ihtimal pir mezin e. Divê gelê me vê baş bibîne, gelê Bakurê Sûriyeyê vê yekê baş bibîne, rê nede vê yekê, nehêle ku welê kirîn û firotin pêk were. Eger nehêlin Tirkiye li Idlib bimîne, nikare li Efrîn, li Ezaz, li Cerablûs, li Babê jî nikare bisekine. Li dijî Bakurê Sûriyeyê jî nikare gavê biavêje. Ev yek wê dawî li dagirkeriyê bîne. Ev jî wê li Tirkiyeyê dawî li faşîzmê bîne, rê li ber demokratîkbûnê veke.

Li Tirkiyeyê meseleya demokrasiyê ne tenê wezîfeya gelê Tirkiyeyê ye. Di heman demê de wezîfeya gelê Sûriyeyê ye. Ji ber ku hem li Tirkiyeyê hem li Sûriyeyê yê ku dagirkeriyê, faşîzmê, qirkirinê dimeşîne desthilatdariya Erdogan-Bahçelî ye. Lewma dijminê her du welatan, yê gelên wan welatan ev desthilatdarî ye. Li dijî vê desthilatdariyê, li her du welatan têkoşîn, berxwedan bê kirin wê faşîzmê têk bibe. Ji bo hemû gelan, ji bo gelên Rojhilata Navîn jî wê ev yek rê li ber demokratîkbûnê veke.”


Mijarên Din