Cemal Şêx Baqî ji ber rola PDK a dorpêçkirina Rojava bi fikar e

Cemal Şêx Baqî metirisiya xwe anî ziman ku kiryarên PDK`ê li ser sînorê Rojava wekî berdewamkirina rola Tirkiyê ya dorpêçkirina herêmê be û hêvî kir ku diyaloga Kurdî-Kurdî wekî amûreke şantajê li dijî destkeftiyên Rêveberiya Xweser neyê bikaranîn. Şêx Baqî wiha got: "Heke hikumeta Başûr sedemên vê gavê diyar neke, dê gumanên me li cih bin."

Di demên dawîn de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nêzî 40 nuqteyên leşkerî li herêma Fîşxabûr a hemberî sînorên Rojava ava kir û cebilxane û çekên giran anî herêmê.

Di bihara 2014`an de jî, pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê bi dirêjahiya 40 km li ser sînorên Rojava-Başûrê Kurdistanê xendek kolandibûn. Di Tîrmeha 2015`an de jî bi ferehiya 3 metreyan û kûrahiya 2 metreyan û dirêjahiya 37 km, li ser sînorên di navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê de xendek kolandibû.

Gelê Kurd ji ber van kiryaran bi hêrs e. Gelek şîrovekaran destnîşan kir ku PDK`ê alîkariya Tirkiyê dike da ku plan û armancên xwe yên dagirkirina parçeyên Kurdistanê, pêk bîne. Nexasim ku sewqiyetên leşkerî yên PDK`ê hemwextî êrişên Tirkiyê li ser herêma Heftenînê, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, pêk hat.

Kiryarên PDK`ê yên vê dawiyê jî gelek gumanan li ser armancên wê di vê dema nazik ku Rojava tê re derbas dibe, derdixe holê. Ev kiryar wekî hewldaneke hikumeta Başûr a dorpêçkirina herêmê û pêkanîna êrişan li dijî Şengalê, tên hesibandin. Nexasim ku hikumeta Herêmê bêdeng maye û sedemên van kiryaran şîrove nake.

BEREVAJÎ KU TÊ TEXMÎNKIRIN, ÇÊBÛ

Sekerterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî ji ANHA`yê re behsa armanca PDK`ê ji van sewqiyetan kir. Şêx Baqî kiryarên PDK`ê li ser sînorên Rojava-Başûrê Kurdistanê bi "tiştekî ecêb" bi nav kir û wiha got: "Ev gav di mercên zehmet de pêk tê. Hemwextî êrişên hov ên Tirkiyê li dijî gelek qadan û bi taybetî êrişên li dijî destkeftiyên Rojava û Bakurê Kurdistanê, pêk tê. Tu sedemên van êrişan tune ne, her kes vê yekê dizane. Ev êriş didin destnîşankirin ku Erdogan dijminekî dîrokî yê destkeftiyên Kurdan e."

Şêx Baqî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me digot dê diyaloga Kurdî-Kurdî Rêveberiya Xweser a Rojava û hikumeta Başûrê Kurdistanê nêzî hev bike. Lê belê wekî me sewqiyetên li ser sînor dît, berevajî vê yekê pêk hat."

HERÊM EWLE YE Û TU GEF LÊ TUNE NE

Ev sînorên ku bi armanca qutkirina parçeyên Kurdistanê ji hev hatin danîn, bêyî îradeya gelên herêmê û bi taybetî gelê Kurd, hat danîn. Şêx Baqî dibêje: "Tu wateyek cografîk a sînorên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tune ye. Eşîrên li wê alî sînor, heman eşîrên li vî alî ne."

Şêx Baqî li ser avakirina hikumeta Herêma Kurdistanê nuqteyên leşkerî li wê herêmê, şoq ma û wiha got: "Berevajî herêmên din û berevajî sînorên Başûr û Rojava bi herêmên din re, ev herêm ewle ye û sînor ewle ye. Li herêmê tu şaneyên DAIŞ`ê an çeteyên girêdayî Tirkiyê, komên çekdar û mîlîsên girêdayî Îranê tune ne. Herêm ji bo ewlehiya herêmên din, ne gef e."

Cemal Şêx Baqî hêvî kir ku ev gav ne di naveroka plana xeternak a Erdogan de be, ku armanc dike Rojava dorpêç bike û zextê li herêmê bike. Şêx Baqî wiha lê zêde kir: "Em baş dizanin ku Rojava di mercên nazik û zehmet re derbas dibe."

PÊWÎSTIYA SEWQIYETÊN LEŞKERÎ BI ZELALKIRINÊ Û RÛDANÊN LI PIŞTPEREDEYÊ HENE

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî Kurdê ya Sûriyê bal kişand ku sewqiyetên leşkerî yên desthilata Başûrê pêngaveke ku tevahî gelê Kurdistanê red dike û ev pêngav bi tundî nayê qebûlkirin û pêdivî bi zelalkirinê ji hikumeta herêmê heye.

Şêx Baqi wiha domand: "Em vê pirsa mezin pirs nakin, lê belê gelê Kurdistanê vê pirsê dike ku gelo çi rû dide? Çi hat nûkirin? Em dibînin tişta hatiye nûkirin, bi destpêkirina diyalogê di navbera hêzên siyasî yên li Rojava de ku piştgiriya xwe ji herêmê digirtin, erênî ye. Lê belê eşkere dibe ku li piştperdeyê tişt hene. Hîna jî em li bersiva van pirsên çêdibin digerin."

DIYALOGA KURDÎ-KURDÎ Û HESPÊ TROYAYÊ

Bi rasthatina sewqiyetên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker û Başûrê Kurdistanê li ser sînorê bi Rojavayê Kurdistanê re û bi pêşdeçûna diyaloga kurdî- kurdî re Şêx Baqî wiha got: "Ez bi hêvî me ku şaş bim, em bi yekitiya kurd re ne, her wiha daxwaz dikim ku tu kes diyaloga kurdî-kurdî mîna rêbazekê ji bo fişarkirina li ser destkeftiyên Rojava bi kar neyne. Her wiha bila di mejiyê me de pira diyaloga kurdî-kurdî ku lîstokeke ji bo hilweşandina destkeftiyên Rêveberiya Xweser çênebe û bila ev diyalog nebe hespê troyayê ku di hundir de tirs hebin."

Girêdayî têkiliya kiryarên desthilata başûr bi êrişên dewleta Tirk li dijî Heftenîn û Başûrê Kurdistanê re Şêx Baqî da zanîn ku ev pirs xwe bi xwe şîrove dike û wiha pê de çû: "Em kesî reş nakin, lê belê rastiyên heyî dibin ajoya pirskirina vê pirsê û dibêje çima? Dema te bersiv jî nedît, tu neçarî bi vê pêngavê ku piştevaniya êrişên dewleta Tirk ên hovane li qadên Kurdistanê tên kirin, bifikirî."

METIRSÎ JI TEMAMKIRINA PDK’Ê YA ROLA TIRKIYÊ JI DORPÊÇKIRINA ROJAVA HENE

Sekreterê giştî ya Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê îşaret pê kir ku hedefa Erdogan, tevî binketina wî di hilweşîna projeya Rêveberiya Xweser, dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî de, dorpêçkirina Rojava û Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye.

Şêx Baqî gotinên xwe wiha par ve kirin: "Destpêkê dixwazin Zaxo heta bi sînorê Îranê Başûrê Kurdistanê parçe bikin û bikin du herêm. Herêmek tê de herêmên Qendîl û Heftenîn hebe da ku ji herêmên dîtir ên başûr bê qutkirin û ya duyemîn jî ji Zaxo heta bi Şengalê qut bikin da ku têkiliyên Rojava bi Başûr re bên qutkirin."

Şêx Baqî diyar kir ku rewşên herêmî nehêle hêzên Tirkiyê, tevî êrişên li ser Mexmûr, Şengal, Heftenîn, Zaxo û Amêdiyê, nahêlin Rojava dorpêç bike û wiha axivî: "Em bi tirs û bi hêvî ne ku PDK’ê rola dorpêçkirina Rojava temam neke û têkiliyên bi Başûr û Heftenînê re neyên qutkirin."

ÇER KU ZELALKIRIN JI ALIYÊ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VE TUNE YE, BERSIVÊN ME RAST IN

Cemal Şêx Baqî eşkere kir ku kirinên PDK’ê nakevin xizmeta gelê Kurd û berjewendiyên stratejîk, lê belê dikevin xizmeta dijminên doza Kurd û komployên Erdogan li dijî rewşa Kurdistanê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê.

Der barê bêdengiya Başûrê Kurdistanê li ser niyeta dewleta Tirk a mayîna wê mîna alaveke di destê wê de Şêx Baqî wiha bi lêv kir: "Ji 9 salan ve û di çarçoveya şerê li dijî DAIŞ’ê de û têkiliya nebaş a di navbera me û Başûr de, ev tişt çênebûye, gelo çi hat nûkirin? Tu tişt nehat nûkirin ji bilî êrişa hovane ya bi serkêşiya Tirkiyê û balafirên wê li dijî Heftenînê, çiyayên Qendîl û Zaxoyê, gelo pêkan e ev vê pêngavê temam bike? Tu êrişeke dewleta Tirk li ser Heftenîn, Herêmên Parastinê yên Medyayê û sewqiyetên leşkerê yên PDK’ê li hember sînorê Rojava, nabe ku desthilatên herêmê bêdeng bimînin û divê ji gelê Kurdistanê re vê yekê zelal bike."

Şêx Baqî hêvî kir û wiha got: "Ez bi hêvî me ku bersivên me yên neçarî ne rast bin, ji ber ji hêla desthilatên herêmê ve bersiv tune ne. lê belê dê ev bersiv heta herêma Kurdistanê vê yekê zelal nekin, rast bin."

MÎX Û ÇAKÛÇ

Der heqê îhtîmala êrişa li ser Şengalê, ji ber PDK’ê hewl dide hewayeke şerê bi rêya kiryarên xwe yên dawîn li ser sînorê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ava bike de, Şêx Baqî temxîn kir ku PDK’ê hewl nade, lê belê neçar e û wiha berdewam kir: "Ew di hundirê xwe de dizane ku ne ji berjewendiya wê ye ku vê yekê bike."

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê Cemal Şêx Baqî di dawiya axaftina xwe de behs kir ku tişta li Başûrê Kurdistanê rû dide mîna mînaka ku dibêjin “Mîxê çima tu dikevî dîwar, ew jî dibêje ji derbeya çakûç bipirse."

(fr-cx)

ANHA


Mijarên Din