Celaa Hemzawî: Tirkiyê terorê li herêmên rizgarkirî zindî dike

Seroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Celaa Hemzawî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên dawî zindîkirina terorê li herêmên û têkbirina Rêveberiya Xweser armanc dike. Celaa banga hesabxwestin ji sûcên qetilkirina Hevrîn Xelef û dîlgirtina Çîçek Kobanê kir

Seroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Celaa Hemzawî geşedanên dawî ji me re nirxand.

Tirkiyê terorê li herêmên rizgarkirî belav dike

Celaa Hemzawî  di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: "Ev êriş yek ji hewldanên Tirkiyê ye ku terorê li herêmên ji DAIŞ‘ê rizgar bûne, zindî bike. Bikaranîna Tirkiyê ya çeteyên Cebhet El-Nusra û bermahiyên DAIŞ‘ê û komên din ên tundraw li dijî herêmê vê yekê nîşan dide."

Celaa îşaret bi vê yekê kir ku" Sûcê qetilkirina Hevrîn Xelef, êşkenceya li ser cenazeyê wê, her wiha êşkencekirina dîlgirtiyan û qetilkirina xebatkarên tenduristiyê îsbat dikin ku kesên êrişî herêmê dikin heman zihniyeta DAIŞ‘ê girtine.

Armanca lihevkirina Socî jihevxistina Rêveberiya Xweser û zaîfkirina QSD‘ê ye

Têkildarî lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê ya li Soçiyê ya der barê herêmên Bakur û Rorjhilatê Sûriyê Celaa Hemzawî destnîşan kir ku mebesta Tirkiyê ne ewlehiya sînorê wê ye wekî ku îdia dike û wiha dom da axaftina xwe: "Ji ber ku di esas de sînorî Tirkiyê ji aliyê QSD‘ê ve rastî gefan nehatiye. Lê armanca Tirkiyê ji êrişan û lihevkirina bi Rûsyayê re ew e ku QSD‘ê ji sînor dûr bixe û wê zaîf bike ev yek û ya duyemîn jî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji hev bixe bi rêya ku wê û QSD neçar bike ku lihevkirina bi rejîmê re çêbike û herêmên sînor radestî wê bike."

Berxwedana QSD‘ê planên Erdogan pûç kir

Celaa diyar kir ku armanc û planên Erdogan di Sûriyê de berfireh in, hewl didin tevahî herêmên bakurê Srûiyê û cihên petrolê dagir bike û got: "Van hewldanan bi rêya serbestberdana çeteyên DAIŞ‘ê yên di girtîgehên QSD‘ê dike, lê berxwedana lehengî ya QSD‘ê ya li hemberî dagirkeriyê bala raya giştî ya cîhanê kişand, êdî her kes piştgiriya xwe pê re ragihand û hêzên cîhanê neçar kir ku destwerdanê bike û rê li ber daxwazên Erdogan bigirin.

Opozisyona piştgiriya êrişên Tirkiyê dikin koleyên pereyan in

Seroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiyê Pêşeroja Sûriyê di berdewama axaftinan de, çeteyên sûrî yên piştgiriyê didin êrişên dagirkeriya Tirkiyê û beşdarî êrişên li ser herêmên dibin bi koleyên pereyan bi nav kir û wiha pê de çû: "Derdê wan ne yekitiya xaka Sûriyê ye û ne jî bidawîkirina aloziyê û rawestandina rijandina xwînê ye, ji ber di esas de ji bo kuştina gelê me pereyan kom dikin. Sedema ku Tirkiyê û çeteyên wê dijminatiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk bikin ew e ku ji ber rêveberiya xweser bi awayekî aktîv yekitiya xaka Sûriyê parast û projeyeke demokratîk afirand ku dikare Sûriyê gist ber bi çareseriyê ve bibe."

Projeya Partiya Pêşeroja Sûriyê ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê ye

Celaa Hemzawî anî ziman ku projeya Partiya Pêşeroja Sûriyê projeya biratiya gelan, jiyana hevbeş û yekitiya xaka Sûriyê ye û got: "Ev proje ti carî nebûye ji bo parçebûnê wekî ku hin îdia dikin. Em hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser di çarçoveya Sûriyeke yekgirtî bi gel û xaka be li giştî Sûriyê pêk were. Şîara me yasemîn e, em banga aştî, aramî û wekheviya jin û mêr dikin, mafê mirovan li gorî qanûnên navdewletî û biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin, em dixwazin aştî li welat pêk were û hemû dagirker derkevin."

Seroka Buroya Têkiliyên Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyê Celaa Hemzawî di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navdewletî, Konseya Ewlekariyê kir ku erêkên xwe bi cih bînin hesab sûcdarên qetilkirina Sekretêra Giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef  bixwazin şervana YPJ‘ê Çîçek Kobanê ya ji aliyêl çeteyên Tirkiyê ve dîl hatiye girtin serbest berdin.

ANHA


Mijarên Din