Çeçenên Minbicê ji nûve  fêrî ziman û çanda xwe dibin

Gelê Çeçen piştî bi sedan salan niha çand û zimanê xwe vedijînin. Komelya Çeçen a Minbicê dewreyên perwerdê yên fêrkirina zimanê Çeçenî û vejandina çandê, vekirin.

Di ser koçberkirina gelê Çeçen re 150 sal derbas bû. Piştî şer û komkujiyên ji hêla kayserên Rûsyayê, zêdetirî ji sedî 90 gelê Çeçen ji welatê xwe yê bakurê Qefqasiya, koçber bûn. Piranî li herêmên Sûriyê weke; Hums û Minbicê bi cih bûn. Gotin di cihê xwe de ye ku nifşê nû yê gelê Çeçen zimanê xwe nizanin.

Bi saya Rêveberiya Xweser a Demokratîk, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafê fêrbûna ziman û vejandina çanda xwe qezenç kirin. Niha gelê Çeçen firseta fêrkirina zimanê xwe dîtin.

Li bajarê Minbicê nêzî 150 malbatên Çeçenî hene. Lê hemjara wan di dema ji Rûsya ber bi Minbicê ve koçber bûn,  hezar û 864 malbat bûn. Beşeke mezin ji wan koçber bûn. Hinek vegeriyan Rûsyayê û hin jî bi sedema şer ji Sûriyê derketin.

Dewreya Komeleya Çeçen ku li nêzî Çerxeriya Sebe Behrat a rojavayê bajarê Minbicê vekiriye ji destpêka meha Tîrmeha 2019’an ve bi tevlibûna 50 xwendekarî/ê dest pê kir. Komele dewreya zimanê Çeçenî bê pere dide. Ji hêla endamên Komeleyê çavdêrî li ser perwerdê tê kirin. Wane li ser fêrbûna tîp û danûstandinê ye.

Zimanê Çeçenî zaravayên xwe dişibin hev û dabeşî 3 zaravayan dibin; Edîxiye, Ebxariye û Webêxiye. Zimanê Çeçenî di sedsala 19’an de bi tîpên Erebî, Latînî û Rûsî hatin nivîsandin. Tîpên Çeçenî 52 in. Dabeşî tîpên dengdêr, hilmî û bilêvkî dibin. Tevî nexşekirinê digihîje 60 tîpî.

Heman demê de perwerdeya govendê jî tê dayîn. Cureyên wê wiha ne; Qefa, Çeçenî, Koşxar û Cehe. Kesên ku beşdarî kursa govendê bûne gelek car di çalakiyan de cih girtine. Kom beşdarî şahiya salvegera bîranîna rizgarkirina bajarê Minbicê bû.

Perwerda zimanê Çeçenî di komeleyê de rojane berdewam e. Lê di dema vekirina dibistanan de dê perwerde di rojên betlaneya dibistanê de bê dayîn.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din