Cebheya Gel a Filistînê: Berjewendiyên Tirkiyê nasekinin û divê dewletên erebî tev bigerin

Cebheya Gel a Rizgarkirina Filistînê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku berjewendiyên Tirkiyê ji dema birîna Lîwa Îskenderonê ve nesekinîne û bang li dewlet û Camiyeya Erebî kir ku tev bigerin.

Cebheya Gel wiha dayxuyand: "Cebheya Gelêrî êrîşkirina dewleta Tirk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dike. Her wiha der barê vegerandina wê ya dagirkeriya dawî de ya paşxaneya berjewendiyên Tirkiyê li xaka Sûriyê hişyar kir, yên ku ji dema qutkirina Lîwa Îskenderonê ve ku di 1939’an de tev li Tirkiyê kiriye, nesekiniye.

Cehbeya Gel wiha li daxuyaniyê zêde kir: "Êrîşkirina leşkerî ya bi rêveberiya Amerîkayê re hatiye koordînakirin ku piştgirê hêzên terorê li Sûriyê bû, bi armanca lawazkirina dewleta neteweyî ya Sûriyê, binpêkirina serweriya wê û yekitiya xaka wê ye."

Cebheya Gel bang li gelên Ereb û hêzên wan kir ku biryar û helwestê  bigirin û wiha got: "Em êrîşkirina dewleta Tirk şermeraz dikin û piştgirê Sûriyê di parastina gel û tevahî xaka wê de dikin."

Li aliyekî dîtir jî Cebheya Gel bang li Camiyeya Dewletên Ereb kir ku ne hevkarên êrîşên Tirkiyê bin. Ew jî der barê hin helwest û têkiliyên neyînî yên dewletên Ereb bi Tirkiyê re. Lê ji aliyê ku êrîşkirina Tirkiyê gefê li ewlehiya nîştimanî ya erebî dixwe, tev bigerin.

Şermezarkirin ji hêla dewletên Ereb û Ewropayê ve der heqê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de didomin. Her wiha jî bang li rawestandina van êrîşan kir.

(fr)


Mijarên Din