​​​​​​​Çawa Şoreşa 19`ê Tîrmehê bandor li jinên li herêmên rizgarkirî kir?

Jinên li herêmên ku ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin, li herêmên erebî û Rojava modeleke têkoşînî û rêxistinkirî afirandin. Jinan li Rojava karîn vê destkefiya têkoşînî di gera azadiyê de xêz bikin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke şoreşa jinê tê nasîn û binavkirin. Jinan di nava 8 salan de gelek destkeftî bidest xistin û ji bo vejandina îdiyolojiya jina azad di nava civakeke desthilatdar de, ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên cîhanê re, bingehek baş ava bikin.

Li gorî çavdêran destkeftiyên ku jinan li herêmên ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin bi taybet (Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazor) qezençkirina girêdayî şoreşa jinan a  li Rojava ye.

Ev 40 sale têkoşîn didome. Tişta ku jinan di wê demê de ava kir hişt ku jin piştî rizgarkirina herêmên ji DAIŞ`ê dest bi şoreşeke nû bikin.

PIŞTÎ RIZGARKIRINA JI DAIŞ`Ê, JINAN JI KU DERÊ TECRÛBEYA TÊKOŞÎNÊ GIRT?

Tecrûbeya jinan ji herêmên Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê, xebatên ji bo rê û pîvanên azadiya jinan, bi destpêkirina rizgarkirina wan herêmên ji sala 2016`an ve, dest pê kir.

Yekîneyên Parastina Jin di aliyê herêmî û navnetewî de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de hatin nasîn. Bi taybet jî di şerê Kobanê yên 2014’an de. Bi vê yekê bandor li jinên li herêmên din kir bi taybet herêmên di bin dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê de hişt ku têkoşîna wan ji jinên li Rojava û herêmên Ereban re bibe sembol.

Bi sedan jin ji herêmên cûda yên Sûrî bi taybet herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê û komên çete de bûn, tev li nava refên YPJ`ê bûn, di perwerdeyên birdozî û leşkerî de şêwazek dîtin ku bajar û xizmên xwe ji zilma DAIŞ`ê rizgar bikin.

Tevlîbûna jinan ji hemleyên rizgarkirinê yên di wê demê de pir diyar bû. Her wiha çalakî û hemleyên leşkerî bi rêve bir heta ku bû berdevk û fermandariya meclisên leşkerî.

Bandora jinan ne tenê di aliyê leşkerî de bû. Lê belê bi dehan jinên ku berê xwe dan herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê (beriya ku Efrîn di 18`ê Adara 2018`an de were dagirkirin). Da ku rêxistina jinan nas bikin. Çawaniya beşdariya jinan ji şoreşa hişmendî û fikrî ya di civaka desthilatdar de nasbikin. Bi taybet jî çawaniya danûstandina bi civakên bê ser û ber re werin perwerdekirin û tev li xebatên meclis, saziyên sivîl û ên jinan bûn.

Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a bajarê Minbicê Nûra El-Hamid wiha axivî: "Min xwendina Rêveberiya Karsaziyê bidawî kiriye. Ez du salan weke lêkolînereke civakî xebitîm. Lê aliyê vî beşî pir teng bû. Derfet ne dida jinan ku nêrînên xwe bînin ziman,  çareseriyên ji civakê re bêjin. Rêveberiyên berê derfeta guhertin û pêşxistina fikrî ne didan. Lê piştî bajarê Minbicê hate rizgarkirin û bi saya têkoşîna jin di şoreşa Rojava de rewş cûda bû û jin derbasî hemû aliyan bû."

BANDORA RÊXISTINKIRINA JINAN DI ŞOREŞA ROJAVA DE

Destkeftiyên ku jinan bi rêya Şoreşa Rojava bi dest xistin û pêşketina berbiçav da ku di nava civakê de xwe bi rêxistin bike, hişt ku jin bibe mînaka jina azad û jinên herêmên din jî heman rêbaz bi kar anîn.

Piştî herêmên wekî Minbic, Tebqa, Reqa û Dêrazorê rizgar bûn, yekser jinan dest bi avakirina meclisên xwe yên taybet kirin. Li her bajarekî rêveberiyeke taybet bi jinan, meclisa jinan û beşdariya Meclisa Jinan a Sûriyê, Partiya Sûriya Pêşerojê bû û di nava hevserokatiya rêveberiyên sivîl de, saziyên sivîl, meclisên leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de rol listin.

Gava yekemîn ew bû ku jinan xwe di aliyê fikirî û derûnî de amade kir. Xwe ji zilm û hişmendiya salan a çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Her wiha beriya DAIŞ`ê jî rejîma Baas hebû wê jî rola jinan paşguh dikir û tenê di qada perwerdê de sînordar mabû. Jinan bi rêya vekirina perwerdeyên fikirî yên li akademiyên civaka sivîl xwe bi rêxistin kirin û hişmendiya xwe guherîn.

Endama Rêveberiya Jinan a bajarê Reqa Meryem Ibû diyar kir ku ji ber hişmendiya mêrdestî ya di nava civakê û rejîmên hakim de, gelek zehmetî kişandine û wiha axivî: “Di dema rejîma Baasê de zêde derfet ji bo jinan tune bû. Paşê dema DAIŞ`ê hat ew jî hîn xerabtir bû.  Qanûnên ji her demî tundtir li ser jinan ferz kir. Bi taybet li bajarê Reqayê, ji lêdan bigire û heta qetilkirin û revandinê pêk anîn. Kiryarên jinan dîtin û jiyan di hinavên jinan de agirê şoreşê dada. Her wiha dîmenên di ekranan de dîtin û dibihîstin  ku li herêmên Rojava jin pêşengitiyê ji civakê re dike û ji bo armancên xwe gavan diavêje. Ev ê yekê hêvî ava kir û madem jinên têkoşer û rêxistinkirî di welat wê de hene, ew ê roj bi roj ber bi azadiyê xwe ve biçe."

Jinên wan herêman domdar tev li qada siyasî dibin. Têkildarî vê berdevka Meclisa Jinan a bajarê Minbicê Ibtîsam Abdulqadir axivî û got: “Jiyana min normal bû, ez bi hevjîn û zarokên xwe ve girêdayî bû. Piştî şoreşê jiyana min aktîf bû û beşdarî xebatên rêxistinkirina civakê bûm. Bi taybet jî beşdarî karê siyasî yê di nava Meclisa Jinan de bûm.”

Ibtîsam da zanîn ku destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi saya pêşengtiya jinan hatin qezençkirin û wiha axivî: “Ji ber jin beşek ji vê şoreşê bûn û bandoreke erênî li wê kir. Ji bo azadiya jinan rihê têkoşînê di wê de ava kir û hişt ku li dijî hemû astengiyan li ber xwe bide. Teslîm nebe ji ber moral û fikirê xwe ji rêxistinkirina jinan a di nava Şoreşa Rojava de digirin û ew mîrateyên wan in.”

Ji destkeftiyên şoreşê yekitiya pêkhateyan û olên civakê, jinên hemû herêman bi derdê hev dihisin, vê yekê hişt ku şoreş bigihêje lûtkeya xwe. Tevî ku di aliyê fikirî û hişmendiyê de kêmûkurtî hene, lê bi saya têkoşîna li dijî hişmendiya hakim dê armancên jinan ên azadiyê misoger bibin û tev li şoreşa fikirî bibin.

Îro herêmên ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûne behsa berdêlên ku jinan dane tên kirin. Hin jinan ev rê ronî kirine. Ji wan jinên weke Henaa Seqir, Fatima Xabûr û Xedîca Ebas.

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din