“Çawa dijî?”… fîlmeke fikrên dijber

Komîna Fîlman a Rojaav fîlmeke kurdî bi navê `Çawa dijî?` li ser nakokiyên fikrî û bandora wan a li ser kesayetan çêdike.

Li tevahiya cîhanê di navbera civakên parçekirî de nakokiyên fikrî û guftûgoyên girêdayî baweriyan ji girîngtirîn mijarên girêk û hesas in. Ji ber wan fikrên radîkal û tundraw û neqebûlkirina civakan, şer û krîz rû didin.

Li bajarê Kobanê ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamên Komîna Fîlman a Rojava li ser fîlmeke girêdayî nakokiyên civakî û şîrovekirina asta bandora zêdebelavbûna fikr û baweriyan li ser  jiyana rojane bi navê "Çawa dijî?" amade dikin.

Nivîskar Ehmed Îbrahîm senaryoya fîlmê nivîsandiye û Dîlara Elemdar derhêneriya wê dike. Fîlm der barê ajokarekî otobusekê de ye, dema guhdarî nêrîna kesan dike, di atmosfereke tund û qerebalix de di otobusê de rêya xwe winda dike.

Di otobusa biçûk de nêrînên hemûyan nakok in. Kesek kapîtalîst pêwîstiya kar ji komkirina pereyan tekez dike. Kesekî din jî olperest e û ji ber ku keçek o xortek li otobusê li rex hev rûniştine, bi hêrs bûye. Tevî wan jî kesek komunîst nêrîna xwe girêdayî çareserkirina pirsgirêkên civakê bi rêya şoreşa li dijî dîktatoriyên cîhanê dide û diyar dike ku dibe xeta jiyana bindestan û kedkaran biguhere.

Tevahiya wan nêrînan û yên din bandorê li ajokar dikin. Li gorî her nêrînekê ku dikeve hişê wî, rêya xwe diguherîne û li xwe diheyire.

Tîma fîlmê ji meha Îlonê ve dest bi kişandina fîlmê di taxeke Kobanê de kiriye. Tê payîn ku kişandina filmê 60 rojan bidome.

11 kes ji şêniyên bajarê Kobanê cih di fîlmê de digirin. Kesayetên fîlmê ev in; dîktator, komunîst, şêx, hevsera şêx, lîberal, nûnerê dewletê, kapîtalîst, xortek û keçek ku dildarên hev in, nûnereke jinan û ajakorê otobusê.

Beriya vê komînê bi derfetên kêm fîlmên girêdayî rewşa gel li gel şerê navxweyî yê Sûriyê bi taybet hemleyên koçberkirina sûriyan çêkirine. Şêniyên ku cara yekê ye di sînemayê de kar dikin, di wan fîlman de lîstin. Ji wan berheman `Fîlmê Hêvî ` ya ku behsa vegera bi sed hezaran koçberan ji kantona Efrînê re ya ku dewleta Tirk di 18`ê Adara 2018`an de dagir kiriye, dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din