Çavkaniyên herêmî: Çete ji bo ku êrîşî navenda Helebê bikin, amadehiyê dikin

Hin çavkaniyên ji gundewarên Helebê îdia kir ku komên çete yên Cebhet El-Nusra ji bo êrîşkirina navenda bajarê Helebê xwe amade dikin.

Çavkaniyên ji gundewarên Helebê îdia kir ku komên çete yên Cebhet El-Nusra li Endan a li bakurê Helebê û çeteyên li Hirêtan û Kefir Hemra ên bakurê rojavayê Helebê ji bo êrîşkirina ser navenda bajarê Helebê xwe amade dikin.

Çeteyên Cebhet El-Nusra ku bi navê Heyet Tehrîr El-Şam tev digerin, li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê yên li Sûriyê de çalak dibe û desteka xwe ji dewleta Tirk digirin.

Tevî ku Tirkiye Cebhet El-Nusra wek komeke terorîst bi nav dike, lê nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li cihê Cebhet El-Nusra nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê hene ku 4 nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li gundewarên Helebê hene. Nuqteyên dewleta Tirk ev in:

Nuqteya yekemîn: Kela Seman li rojavayê Helebê, di 23-11-2017’an de dewleta Tirk derbasî wê bû.

Nuqteya duyemîn: Şêx Egîl li rojavayê Helebê, di 27-11-2017’an de dewleta Tirk derbasî wê bû.

Nuqteya sêyemîn: Girê El-Îs li başûrê Helebê, di 5-2-2018’an de Tirkiye derbasî wê bû.

Nuqteya çaremîn: Çiyayê Endan li bakurê Helebê, di 17-3-2018’an de dewleta Tikr derbasî wê bû.

Tê destnîşankirin ku geşedanên dawîn ku li gundewarên bakurê Hemayê û gundewarên başûrê Idlibê pêk hatin, di pêşketina hêzên rejîmê û kontrolkirina wê herêmê de, her wiha agahiyên der barê amadekariya çeteyan ji bo êrîşkirina Helebê, ew yek piştî civîna 13`an a rêzecivînên Astanayê ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de di meha Tebaxê de pêk hat.

Rûsya û Îran, hevkar in li Sûriyê û bi rêya civînên Astanayê alîkariya rejîma Sûriyê kirin da ku careke din Sûriyê kontrol bike, piştî ku rejîmê kêmtirî ji sedî 17 ji xaka Sûriyê kontrol kiribû, lê bi saya civînan niha zêdetirî ji sedî 63 kontrol kiriye. Her wiha komên çete ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin, ji wan deveran derketin û tenê li gundewarên Heleb û Idlibê mane.

(jo)


Mijarên Din