Çavkaniyan:Pentagon plana bersivdayîna êrîşên Îranê amade dike

Çavkaniyan diyar kirin ku berpirsên Wezareta Parastina Amerîkayê Pentagon, di civîna roja duşemê ya li Koşka Spî de got: “Têkildarî bersivdayîna şewitandina kargehên şîrketa Aramco ya petrola Siûdiyê, fermana amadekariya bersivdayîna Îranê ji me re hate ragihandin.”

Çavkaniyên ku dosya dişopînin, ji "CNN" re diyar kirin ku Koşa Spî bendawerê biryara fermandarê Erebistana Siûdiyê ya mekanîzmeya bersivdayînê ye.

Der barê demê de çavkaniyên diyar kirin Ku Wezîrê Karê Derve ya Amerîkayê Mik Pempo roja sêşemê da ku bi fermandarên Siûdî re bicive gihaşt Siûdiyê, di vê derbarê de beriya ku Pempo vegere Washingtonê, dê ti gav neyên avêtin û dê civîna ewlekariya neteweyî ya serokê Amerîkayê Donald Trump were birêvebirin.

Wezareta Parastina Siûdiyê da ku encamên lêpirsîna der barê şewitandina kargehên Aramco yên petrola Siûdiyê yên li Beqîq û Xerîs ragihînê, dê civîna çapemeniyê roja çarşemê li dar bixe.

(eh)


Mijarên Din