Çavkanî: Operasyoneke leşkerî ji bo parastina navenda bajarê Helebê

Çavkaniyên nêzî efserên rejîma Sûriyê ragihand ku amadekariyên Fermandariya Herêma Bakurê Helebê hene da ku dest bi operasyoneke leşkerî li rojavayê bajarê Helebê bike. 

Çavkaniyên nêzî rejîma Sûriyê ji nûçegihanê ajansa me re ragihand ku amadekariyên leşkerî yên rejîmê li eniya Cemiyet El-Zehra û El-Raşidîn hene. Ev her du tax di xeta şer a rejîmê ne.

Çavkaniyan anî ziman ku hezar û 500 endamên ji milîsên Îranê û endamên rejîmê Sûriyê wê beşdarî operasyonê bibin da ku metirsiyê li ser navenda bajarê Helebê bibin. Ev operasyon, piştî ku navenda bajarê Helebê hate topbarankirin, dê dest pê bike.

Herêmên ku rastî topbaranê hatine, ev in: Qesr El-Beldî, El-Muhafize, taxa El-Cemîliyê ya nêzî Eywana Esed.

Heman çavkaniyan diyar kir ku rejîma Sûriyê bang li çeteyên li eniya Cemiyet El-Zehra kir da ku xwe radestî hêzên rejîmê bikin, ji bo ku neyên kuştin. Her wiha rejîmê tiştên ku li Xan Şêxûn pêk hatin ji çeteyan re bi bîr xistin.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din