Çavkanî: Artêşa Tirk çeteyên DAIŞ`ê ji Hatayê derbasî Efrînê dike

Çavkaniyên herêmî ragihand ku artêşa Tirk, 30 çeteyên DAIŞ`ê piştî ku ew perwerde kirin, ji bajarê Hatayê yê Tirkiyê derbasî navçeya Şiyê ya kantona Efrînê kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dane, di 11`ê Tîrmehê de liv û tevgera çeteyên DAIŞ`ê li ser xeta sînor a li navçeya Şiyê çêbûye.

Li gorî heman çavkaniyan, saet derdora 14:00`an, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, 30 çeteyên DAIŞ`ê ji Hatayê derbasî navçeya Şiyê ya girêdayî kantona Efrînê kirine.

Dewleta Tirk beriya niha jî bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê ji Idlibê derbasî Efrînê kiribûn.  

(kc)

ANHA


Mijarên Din