Çavkanî: Artêşa Tirk çeteyan li herêmên li beramberî sînor bi cih dike

Çavkaniyên xwecihî gotin, artêşa Tirk a dagirker çeteyan li herêmên sînor ên di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de bi cih dikin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî li aliyê Ceylan Bînarê yê Tirkiyê dane, artêşa Tirk a dagiarker çeteyên xwe li herêmên li beramberî sînor ên di navbera herêma Serêkaniyê ya herêma Cizîrê û Girê Spî de yên herêma Firatê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih dike û wan di malên sivîlan de bi cih dikin.

Çavkaniyên din ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev agahî piştrast kir.

Ev yek di demekê de ku dewleta Tirk amadekariyên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, tê.

ANHA


Mijarên Din