Çavdêriya Sûriyê:Rejîma Sûriyê hemû bejahiya Hemayê ya bakur kontrol kir

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, got hêzên rejîmê hemû gund û bajarokên bejahiya bakurê Hemayê bi kontrolkriina bajaroka Morik, kontorl kirin. Heta niha çarenûsa noqteya çavdêriyê ya Tirkiyê ne diyar e.

Hêzên rejîmê hemû bajarok û gundên bejahiya bakurê Hemayê kontrol kirin û noqteya çavdêriyê ya 9`an a Tirkiyê li bajaroka Moirk dorpêç kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ragihandin ku hêzên rejîmê bajaroka Latmena û gundên Siyad, Biwêda, Merbeka, Letmîn, Liyaya û girên derdora herêmê hemû kontorl kirin. Îro vê sibê jî Keferzêta serwer kir.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên rejîmê bajaroka dawî ya bejahiya bakurê Hemayê Morik kontrol kir. Bi vî awayî rejîmê ji sala 2012`an ve cara yekemîne ku bejahiya bakurê Hemayê kontrol dike.

Lê heta niha çarenûsa noqteya çavdêriyê ya Tirkiyê û komên çete yên wê bi re li Morikê ne diyar e. Di vê çarçoveyê de, navendê got ew nizanin ku kes li wir heye an jî bi şev ji herêmê vekişyane.

Bi kontrolkirina rejîmê li ser Morikê, rejîmê ji destpêka têkçûna agirbestê di 15`ê Tebaxê de, 30 herêm bi desteka Rûsya kontrol kirin. Herêmên ku rejîmê kontrol kirine ev in: Morik, Erbehîn, Zekat, Sexir, Cîsat, Siyad, Til Siyad, bajaroka Keferzêta û noqteyên rojavayî wê, Letmena, Siyad, Biwêda, Merebeka, Letmîn, Leyaya ya bejahiya bakurê Hemay , bajarê Xan Şêxûn, Sikîk, Til Sikîk, Terî, Girê Terî Hibêt, Abidîn, Mixir Hemam, Mixir Henta, Kefer Eyn, Til Eas, Medaya, Merdem, mezreyên Mentar, Keferdîon, Sebaxiya ya bejahiya başûrê Idlibê.

Di demên dawî de, Rûsya danûstandinên leşkerî bi aliyê Tirkiyê re der barê rewşa Idlibê de pêk anî, lê encamên van danûstandinan girtî man, di demeke ku Tirkiyê di mayîna di nuqteya xwe ya 9`an de israr dike, tevî vekişandina çeteyan ji wê herêmê, bi wê yekê nîşand dide ku niyeta Tirkiyê tenê mayîna li herêmê ye ne parastina çete yan jî sivîlan ji êrîşan e.

Rojnemeya Şerq El-Ewset behsa agahiyên hatine belavkirin der barê daxwaza Tirkiyê di mayîna nuqteyên çavdêriyê li Bakur û Rojavayê Xan Şêxûn li hember vekirina rêya Şam-Heleb a navneteweyî kir. Rojnameyê ji çavdêran ragihand ku Moskov texmîn dike nîşaneyên nû ji nexşeya "Herêma bêçek" li Idlibê re deyîne.

(jo)


Mijarên Din