Çavdêriya Mafên Mirovan:Hêzên rejîmê nuqteyên rojhilatê Meret Nûman dîsa bi dest xist

Navenda Çavdêriya Mafên a Sûriyê got hêzên rejîmê nuqteyên nû yên li rojhilatê Meret Nûman dîsa bi dest xist, di heman demê de topbaran û şerê navbera hêzên rêjîmê û komên çeteyan ku Tirkiyê destekê dide wan, berdewam e.

Piştî hêzên rejîmê û komên çekdar berî çend saetên bistanên bajarokê El-Xuwênê serwer kirin, li rojhilat û başûrê bejahiya Meret Nûman di navbera komên çeteyan û hêzên rejîmê de şerekî dijwar rû dide.Tê zanîn ku Rûsya destekê dide hêzên rejîmê û Tirkiyê jî destekê dide komên çeteyan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan destnîşan kir ku hêzên rêjîmê, da ku dîsa gundê Zerzor, El-Temana û zeviyên wê, Sikayat û Til Exber serwer bike, herêmên rojhilatê Meret Nûman dîsa bi dest xist.

Di heman çarçoveyê de, balafirên rejîmê û hêza garantor a rûsî bejahiya Meret Nûman topbaran dike. Her wiha helîkopter jî nêzî 25 bermîl avêt bajarokê Cercînaz, El-The, El-Temana û eniyên şer ên li zeviyê rojhilatê Meret Nûman.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan 36 êrîşên rejîmê yên li ser El-The, El-Temana, Cîrcînaz, Um Celal û herêmên li rojhilatê bejahiya Meret Nûman belge kir, her wiha balafirên şer ên Rûsya nêzî 22 êrîş bir ser El-Xuyên, El-The, El-Temana, derdora Bînş, bejahiya Idlibê anku  Mear Şemşê û bejahiya Laziqiyê anku eniyên Kebanê.

Hêzên rêjîmê bi sedan moşek û topan êrîşî zeviyên El-Zerzor, Um Celal, bejahiya başûr û rojhilatê Idlibê anku El-Temana, bejahiya bakurê Laziqiyê anku eniyên Kebanê, herêmên çiyayê Şehşibio, Sehil El-Xab ê li bakur û rojavayê behahiya Hemayê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kir  ku di encama topbaran balafirên şer ên rejîmê li ser gundê El-Teh ê rojhilatê bejahiya Idlibê de, 3`yê welatiyan jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê yekê ji 30`ê Nîsana derbasbûyî de û heta 28`ê Tebaxê, li herêmên"kêmkirina şer"di encama şer û topbaran de, hejmara qurbaniyan gihaşt 3 hezar û 999 kesî, ji wan hezar û 35 sivîl in.

(eh)


Mijarên Din