Çavdêriya Mafên Mirovan: Hêzên rejîmê 4 km nêzî Xan Şêxûn bûye

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê 4 km ji aliyê rojava ve nêzî bajêr Xan Şêxûn bûye.

Berpirsê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Abdurihman got: "Hêzên rejîmê piştî ku 5 gundik xistin bin kontrola xwe 4 km ji aliyê rojava ve nêzîkî bajarê Xan Şêxûn e. Di navbera rejîm û bajêr de, tenê zeviyên çandiniyê ne."

Abdurihman ji ajansa AFP’ê re lê zêde kir: "Bajar  di pratîkê de ji aliyê rojhilat û rojava ve di nava çemberê de ye."

Li gor navendê, "Di nava bajêr rê rêyeke stratejîk a lez heye. Rêveberiya Şamê hewl dide serweriya parçeyê ku di Idlibê re derbas dibe yê weke damara zindî ku bajarên girîng ên di bin serweriya rejîmê de bi hev ve girêd dide, berdewam bike. Li herêmên ku şer lê dibe tevgera koçberiyê ya mezin heye."

Ji aliyekî dîtir ve jî ajansa SANA‘yê ya rejîma Sûriyê da zanîn: "Yekîneyên artêşa erebî ya Sûriyê ji nû ve gundên Kefir Eyn, Xirbit Mirşid, Mintar û Til As ên li başurê Idlibê piştî têkbirina kombûnên terorîst ên cebhet El-Nusra û komên girêdayî wê, xist bin serweriya xwe."

Hêzên rejîmê li gel bombebaranên bajahî û asîmanî êrîşên dijwar, li ser herêmên qaşo bê çek, pêk tînin. Li rexê Tirkiyê bi bikaranîna alavên xwe yên terorîst ên li Idlibê, tewanbar kir.

(fr)


Mijarên Din

Li Idlibê teqîn