Çavdêr: Foruma gaza Deryayê Spî li pêşiya planên dewleta Tirk hêzek e

Çavdêr diyar dikin ku lihevkirina veguherandina foruma gaza rojhilatê Deryayê Spî ji rêxistineke herêmî re, hêzeke xurt û girîng li pêşiya timayên dewleta Tirk ava dike û tirsê dixe eniya Tirkiyê, Qeter û Îranê.

Nûnerên 6 dewletên ku li ser beravên Deryayê Spî ne (Misir, Urdin, Îsraîl, Yewnanistan, Qibris û Îtalya), sêşemê li paytexta Misirê Qahîreyê peymana veguherandina foruma gaza rojhilatê Deryayê Spî ji rêxistineke herêmî re îmze kir.

Misir ji tevlêbûna vê rêxistinê armanc dike ku li herêmê, veguhere navendeke herêmî ya enerjiyê li gel ku li cem wê du avahiyên gaza xwezayî hene.

Di çend salên dawîn de depoyên mezin ên gazê li ava Deryaya Îsraîlê û Qibrisê jî derketin.

Armanc ji avakirina vê rêxistinê, avakirina sûkek herêmî ya gazê û mezaxtina baş a lêçûna binesaziyê û pêşkêşkirina nirxên guncew e.

Ev forum di destpêka 2019`an de ava bû û di ragihandina avakirina forumê de, wezîrên enerjiyê yên dewletên ku tev li formê bûne, destnîşan kirin ku dê rêxistinekê ku rêzê ji mafên endaman re girêdayî jêderên xwezayî digire û li gorî qanûna navneteweyî, bi armanca peydakirina pêdiviyên endaman ji enerjiyê, were avakirin.

Têkildarî mijarê pirsporê aboriya navneteweyî û serokê Foruma Misirê ya nirxandinên aborî Dr. Reşad Ebde got: “Misir li Rojhilata Navîn dewleteke girîng e, ji ber ku li ser asta cîhanê xwedî depoyeke mezin a gaza xwezayî ye. Ji ber wê diviyabû, hêzeke ku dewletên herêmê yên berhemdarê gazê komî ser hev bike, hebû. Ev fikr bi civîn û kongreyan destpê kir. Lê diviyabû ku ev forum di rêxistinekê de mîna Opekê bihata îstîsmarkirin.”

Ebde diyar kir ku ev hêz, dê rê li pêşiya keysbaziya timakerên gazê bigire, her wiha dê mafên dewletên berhemdar dabîn bike, asta wan dewletan pêş bixe û dahatinên din ji wan re bîne. Ev yek dê derfetên pêkanîna îstismaran di wan dewletan de peyda bike.

Ebde piştrast kir ku hevpeymana veguherandina foruma gaza rojhilatê Deryayê Spî ji rêxistineke herêmî re, hêzeke xurt û girîng li hemberî timayên dewleta Tirk a ku zaîfbûna dewletên Ereban bi kar tîne, ava dike.

Nivîskar û rojnamevanê Misirê Mehmûd Besyonî got: “Ragihandina Misirê mîna vê projeyê, piştrast dike ku Qahîra dê bibe navendeke cîhanî ya enerjiyê û dê guhertineke bingehîn di şerê gaza rojhilatê Deryayê Spî de çêke.”

Besyonî destnîşan kir ku ev ji bo planên Erdogan dê derbeyek mezin be û wiha domand: “Ji ber ku hebûna mîna vê rêxistinê da ku gazê derxe, bifroşe, nirxa wê diyar bike, lihevkirinên hevkarî û şirîk di navbera wan dewletan de ava bike, dê tevahiya planên Recep Tayyîp Erdogan li herêma rojhilatê Deryayê Spî têk bibe. Erdogan plan dikir ku hegemoniya xwe li ser berhemên rojhilatê Deryayê Spî bi rêya hêzê û çetegerî û hevalbendiya xwe bi koma Îxwan Muslimîn a terorîst re li Lîbyayê, bi temamî ferz bike.”

Besyonî di nav gotinên xwe de bal kişand ser tevgerên Erdogan li herêmê û got: “Erdogan bawer dikir ku dikare asta tevliheviyê li Misirê bi rêya Ixwanan û hevalbendiya bi Qeterê re gur bike. Ji bo wê rageşiyên aborî yên dewletên rojhilatê Deryayê Spî bi kar anî, di sêrî de Yewnanistan. Wî pêşbinî dikir ku dê gelek hêsan be, berhemên vê herêmê kontrol bike.”

Têkildarî bertekên Misirê li hemberî tevgerên Tirkiyê li herêmê, Besyonî da zanîn ku Misir bi zîrekî û bilez li hemberî planên Erdogan tevgeriya û ev tişt xuya kir: “Hemû gavên ku niha têne avêtin, ji dema ku serok Ebdulfetah El-Sîsî bûye serokê Misirê ve têne nirxandin. Serokê Misirê bi xaleke sereke difikire; çawa berhemên Misirê û ewlehiya wê biparêze? Îsbata wê jî ew e ku Misir di serdema wî de karîna hêzên xwe yên deryayî xurt kir, hebûna xwe ya li herêma Deryayê Spî jî qayîm kir, dest bi plankirina lihevkirinên qanûnên ku dikare bi rêya wê sînorên xwe bi tevahiya dewletên cîran re yên li herêma rojhilatê Deryayê Spî xêz bike.”

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê wiha pê de çû: “Misir bi rêya van lihevkirinan, gelan nêzî hev dike. Ji gavên herî girîng ku hatine avêtin, wezîra penaberiyê ya Misirê di dema derbasbûyî de hewl da hevkariya di navbera her du gelan Misir û Yewnanistanê de xurt bike. Derketina serok El-Sîsî bi hempîşeyê xwe yê Qibrisê û serokwezîrên Yewnanistanê re di gelek boneyan de, ev hemû piştrast dikin ku nêzîkbûn ne tenê li ser asta borî lê belê li ser asta gel jî pêk tê.”

Besyonî îşaret pê kir ku rêxistina gaza Deryayê Spî tirsek û fikarek ji bo eniya Tirkiyê, Qeter û Îranê çêdike. Hebûna mîna vê hevalbendiyê (Misir, Amerîka û gelek dewletên Ewropayê) hêzeke navneteweyî dide vê rêxistinê û dê gelek destkeftî yên li dijî vê eniyê werin bidestxistin. Bi taybet ku Qeter ji gelek salan ve keysbaziya bazirganiya gazê dike. Lê îro gazeke din heye û dê hêsaniya gihaştina wê ji dewletan re jî hebe, ji ber ku Misir dewletên din pirtir nêzî Ewropayê ye û dikare gazê istismar bike.

Besyonî di dawiyê de got: “Misir bi vê tevgera xwe peyameke cidî dide. Ew piştrast dike ku ew li herêmê ye û xwedî hêzeke rastîn e ku dikare li hemberî her hewldaneke talankirina berhemên herêmê bisekine. Her wiha peyamekê dide tevahiya hilberînerên gazê li cîhanê ku ew nahêle tevlihevî yan jî wêranî pêk were. Ev yek dê sûd li tevahiya gelên dewleta herêma rojhilatê Deryayê Spî bike.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din