Catherine Cabir: Tevgerên Tirkiyê binkeftinên wê rave dikin

Rojnameger û lêkolînera siyasî ya Zanîngeha Sorbonne ya Fransayê Catherine Cabir anî ziman ku Tirkiye ji ber binkeftinên xwe gelek eniyan li herêmê vedike û hewl dide şantajê li welatên rojavayî bike da ku daxwazên xwe li Sûriyê pêk bîne. Catherine Cabir destnîşan kir ku mayîna Tirkiyê di NATO`yê de êdî ne mîsoger e.

Tevger û mudaxeleyên Tirkiyê li dewletên herêmî, ji Sûriyê heta Iraq û Qibrisê zêde bûn.

Tirkiye niha bi zextên Amerîkayê û Ewropayê re piştî israra Erdogan di mijara kirîna S-400’an ên Rûsyayê de, vekolandina petrol û gazê li Qibrisê rû bi rû maye. Dibe bibin sedema têkçûna têkiliyan di navbera Enqere û Washingtonê de û li dû wê jî Ewropayê. Ji bo naskirina van mijaran ajansa me hevdîtinek li gel rojnameger û lîkolînera siyasî ya Zanîngeha Sorbonne ya Fransayê Catherine Cabir re çêkir.

Tevgerên Tirkiyê tenê binkeftinên wê rave dike

Rojnamger Catherine Cabir di destpêka hevpeyvînê de armanca Tirkiyê ji vekirina gelek eniyan şîrove kir û got: "Tirkiyê di gelek eniyan de winda kir. Di nav de hilweşîna pergalên Rojhilata Navîn ên girêdayî siyaseta wê. Ji ber wê Erdogan dît ku gelek dijwar e xewna xîlafeta îslamî û serfiraziya Dewleta Osmanî careke din vegerîne, bi taybet piştî kêmbûna gelêrîtiya partiya xwe di hundir de. Lewre careke din mijara vekolandina di Deryaya Spî de û mudaxeleya leşkerî bi awayekî yekser di Lîbyayê de vejandin.

Tirkiye şantajê li welatên rojavayî dike da daxwazên xwe li Sûriyê pêk bîne

Catherine Cabir diyar kir ku biryarên Enqereyê hemû taktîkî ne da ku cihê xwe yê mayî li ser asta herêmî biparêze. Ji aliyê derve mîna ku hewldanên stratejîk cidî ne xuya dibin, lê di rastiyê de di hundirê wê de gelek binkeftin hene. Catherine Cabir wiha domand: "Pêşî Tirkiye tevahiya hêzên herêmî û navdewletî tengav dike. Ji ber wê hêdî hêdî ber bi tenêbûnê ve diçe. Ya duyem, plana wê di bikaranîna şantaja siyasî de wek rêbazekê di bazarên li ser Sûriyê de diyar bûne. Siyaseta wê jî ji hemûyan re zelal bûye. Êrîşên wê li dijî Efrînê û timayên wê di dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji girîngtirîn armancên Tirkiyê ne. Ji ber vê yekê ew li pêşiya berjewendiyên hêzên navdewletî di nakokiyê din de disekine da ku daxwazên xwe li Sûriyê pêk bîne. Ev tişt jî ji hêla dewletên Rojava ve nayê qebûlkirin û pêwîstiya çareseriya siyasî li Sûriyê tekez dikin û biryar jî di destê gelê Sûriyê de ye."

Mayîna Tirkiyê di NATO`yê de ne mîsoger e û Rûsya heta ku berjewendiyên xwe hemûyan pêk bîne dê Tirkiyê dereng bixe

Têkildarî zext û cezayên Amerîka û Ewropayê li ser Tirkiyê Catherine Cabir dibêje: "Washington û Ewropayê gefa ferzkirina cezayan li Enqereyê xwarin. Her duyan jî ew tişt pêk anî. Yekitiya Ewropayê duşema borî komeke biryaran di vî warî de da; sînordarkirina hevkariya dîplomatîk bi Tirkiyê re, betalkirina desteka 140 milyon dolaran ku ji hêla sindoqa ewropî ve hatiye pêşkêşkirin û betalkirina tevahiya peymanên navîgasyona hewayî. Ji aliyê xwe ve Washingtonê peymana balafirên F-35 betal kir. Windahiyên Tirkiyê di vî warî de bi milyonek û nîvekê tê texmînkirin. Amerîka hîna gefên ferzkirina cezayên din dixwe. Ev hemû dê encam û bandorên wê li aboriya Tirkiyê hebin, bi taybet piştî hilweşîna lîreyê Tirkiyê. Her wiha ji bilî windakirina xewna tevlêbûna Yekitiya Ewropayê hebûna wê di NATO`yê de êdî ne mîsoger e."

Catherine Cabir wiha domand: "Enqere di vê nuqteyê de êdî di stratejiyên xwe yên destpêkê de difikire. Sûriyê û sînorên başûrê rojhilatê Tirkiyê êdî bûne ji mijarên herî girîng. Lewre Enqereyê hay jê bû ku hevalbendiya wê bi Rûsyayê re di vê mijarê de pêwîst e, ji ber ku Moskov li Sûriyê bûye hêza herî bibandor. Enqere jî li Sûriyê li her kaxizek pê qezenc bike digere. Ji ber wê Tirkiyê bi taybet di vê demê de peymana mûşekên Rûsyayê S-400 li ser hesabê peymana xwe bi Amerîkayê re kirî da ku Rûsyayê razî bike. Tevî ku tê zanîn timayên Tirkiyê ne li gorî armancên Rûsyayê di Sûriyê de ne. Lê Moskov siyaseta nefesê dirêj bi kar tîne û tevahiya lîstikvanên şerê Sûriyê re heta pêkanîna armanca xwe dereng dixe.

3 sedemên dê bihêlin Tirkiyê ji Sûriyê derkeve

Catherine Cabir di nav gotinên xwe de ev tişt anî ziman: "Li gorî baweriya min a kesayetî her hewldanek Tirkiyê ji bo jinûvegurkirina şer li Bakurê Sûriyê , hewldaneke têkçûyeî ye. Dê helbet ji Sûriyê derkeve ew jî vedigere 3 sedeman; ji aliyekê ve ew li dijî şervanên Kurd û Ereb di bin banê QSD`ê de disekine. Ew jî ji şêniyên herêmê ne. Tirkiye lehengiya wan hêzan ji bo xwe û xaka xwe biparêzin, baş dizane. Ji ber wê dê ji aliyên leşkerî û aborî ve winda bike bi taybet piştî tunekirina opozîsyona çekdarî ya girêdayî wê."

Catherine Cabir wiha berdewam kir: "Sedema din jî civaka navdewletî dev ji Kurdan bernade, bi taybet piştî rola mezin a ku di tunekirina DAIŞ`ê de lîstine. Lewre divê bi çareseriyên siyasî û aştiyane qebûl bike. Rejîm jî bi destka Rûsyayê hindek maye tevahiya herêman bixe bin serweriya xwe. Ew jî mudexeleya Tirkiyê, mudexeleyek hov dibîne. Ev di daxuyaniyên nûnerê Sûriyê yê NY`yê Beşar El-Ceiferî de diyar bû. El-Ceiferî  mudaxeleya Tirkiyê bi dagirkirin wesifand. Sedema sêyem jî, ji bingeha rêgeza wekheviyê di navbera aliyan de tê. Daxwazek giştî ji bo derxistina Îranê ji aloziya Sûriyê heye. Ji ber wê û ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê  dê pêwîst bibe aliyên din ji Sûriyê vekişin, di serî de Tirkiyê."

(şx)

ANHA


Mijarên Din