‘Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rakirina tecrîdê pêkan e‘

Hiqûqnas Mihemed Cemîl Xelîl got, çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rakirina tecrîdê pêkan e û bang li Tirkiyê kir ku li siyasetên xwe vegerin.

Hiqûqnas Mihemed Cemîl Xelîl got, Hikumeta Tirkiyê ya faşîst ji aloziya siyasî û aborî ya li welat berpirsyar e û wiha lê zêde kir: "Tirkiyê ji sozên navdewletî û mirovahî ku divê li gor wê pirsgirêkên navxweyî û derve bi rêbazên siyasî û dîplomasî çareser bike, direve. Li şûna wê, aloziyên xwe yên hundirîn derdixîne Iraq, Sûriyê, Lîbya û Misrê û li Sûriyê jî gefa êrîşkirina li Rojhilatê Firatê dixwe."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi parêzerên xwe re ku di 7‘ê Tebaxê de pêk hatibû got ew amade ye pirsgirêkan çareser bike û bang kir ku divê têkiliyên dîrokî yê gelê Kurd û Tirkiyê neyên paşguhkirin.

Xelîl wiha domand: "Guhartinên stratejîk ên li herêmê li ser Tirkiyê bergiriyên sererastkirinên siyasî ferz dike."

Li dawiyê hiqûqnas Xelîl teqez kir ku tecrîda bênavber a li dijî Ocalan binpêkirin e û wiha bi dawî kir: "Ev tecrîd binpêkirina qanûna NY’yê ye. Divê li gor wê jî diyaloga neteweyê ya giştî der barê guhartina destûrê de ya di çavçoveya pêkanîna sozên qanûna Mafên Mirovan a Ewropayê de, li dar bikeve. Da ku biryara dadgehê ku ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatiye standin a der barê dadgehkirina muxalîfan û li jiyana siyasî ya welat vegerin de, pêk bê. Bi wê re jî dê şansek ji muxalîfan re hebe, da ku beşdarî siyaseta desthilatê bibin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din