Cara yekemîn jineke afrîkayî dibe cîgira serokê DYA’yê

Namzetê serokatiya DYA’yê yê Partiya Demokrat Joe Biden senator Kamala Harris ji bo ku di hibijartinên 3`yê Mijdarê de bibe cîgira wî, hilbijart.

Joe Biden li ser hesabê xwe yê Twitterê Kamala Harris wek cîgira xwe ragihand û got ew bi vê yekê serfiraz e.

Bi vê yekê Kamala Harris (55) di dîroka DYA`yê de, dibe yekemîn jina afrîkayî ku tev li hilbijartinên serokatiyê dibe û vê erkê bi dest dixe.

Kamala Harris endama Kongreyê ya Californiayê bû.


Mijarên Din