Cara yekem li welatekî erebî jinek bû wezîra parastinê

Hikûmeta nû ya Lubnanê Zêna Eker wek wezîra parastinê erkdar kir. Bi vê yekê cara yekem e ku jinek cihê xwe di Wezarata Parastinê de li Lubnan û welatên Ereban digire.

Hikûmeta nû ya Lubnanê cara yekem 6 wezîrên jin ji nava 20 wezaretan diyar kirin. Zêna Eker wek wezîra parastinê hat erkdarkirin. Bi vê yekê jin cara yekem cihê xwe li Lubnanê û welatên Ereban di wezareta parastinê de digire.

5 wezîrên din ên jin ên Lubnanê wiha ne: Marî Kilod Necim wezîra dadê, Lemiya Yemîn Duhî wezîra kar, Xade Şirîm Eta wezîra penaberan, Menal Ebd Semid wezîra ragihandinê û Fartînihê Ohînan wezîra ciwan û werzîşê.

Zêna Eker beriya niha cîgira serokê Meclisa Wezîran wek wezîra parastinê hat erkdarkirin. Bi vê yekê Zêna bû yekem jin ku wek wezîra parastinê hatiye erkdarkirin û ji aliyê kombûna Lubnanê ya xurt bi serkêşiya Cubran Basîl û serokê Lubnanê Mîşêl Ewn ve hate pêşniyarkirin.

(bx)


Mijarên Din