Cara yekem û ji 50’î salî ve ye şêniyên Dêrikê birinc(riz) diçînin

Piştî 50’î salî çandiniya biricê ji nû ve vedigere herêma Dêrikê, bi taybet piştî barana dijwar û zêdebûna kaniyan li herêmê.

Li herêmên Cizîrê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber bikêrhatina ax, dabînkirina ava sererd û binerd, hemû giya û dar lê şîn dibin. Lê belê ji 50 salî û vir ve rewş hatiye guhartin. Her wiha jî rêjeya ava binerd kêm bûye. Gelek kanî di encama bikaranîna ava binerd a bêserûber û kolandina piranî bîran de, ziwa bûn. Li rexê jî qutkirina desthilatên dewleta dagirker a Tirk a ava gelî û çeman a ku di herêmê re derbas dibe û pêkanîna gelek bendavan li ser wan jî, bandor kir.

Kêmbûna rêjeya ava binerd û ziwabûna çavkaniyên ava sererd, bû sedema paşketina beşa çandiniyê. Bi wê re jî hin çandiniyên ku pêdiviyên xwe bi piraniya avê heye, mîna birincê, winda bûn.

Di zivistana îsal de li herêmê barana dijwar ku rêjeya salane derbas kir, barî. Bi wê re jî gelek kanî vebûn, gelî û çem herikîn. Wê jî hişt ku li gel hin cotkaran ajoya hewldana çandiniya mewsima birincê, çêbibe.

Cotkar Rifat Hac Elî ji gundê Kanîkurk ê girêdayî herêma Dêrikê yê yekemîn hewl da ku ji nûve çandiniya mewsima birincê ya ku ji 50 salî ve nehatiye çandin, geş bike. Hac Elî ava kaniya Kaniya Hicêriya ya li derdora gund di çandiniya biricê de ku avê pir dixwaze, bi kar bîne.

Weke tecrûbeyeke destpêkê, cotkar Hac Elî tenê 50 donim çand. Heke çandina wê bi ser ket dê rûbera çandinê zêde bike.

Çandina birincê ji çandina mewsimên din cudatir e. Girêdana wê jî bi dema çandinê û amadekirina zevî re heye.

Hac Elî wiha anî ziman ku tova çandina guncawa a birincê ji Bakurê Kurdistanê wergirt. Niha li rûbera 50 donimî cureya teneya biçûk ku berhemê zêde dide, çandî ye.

Pêdiviya wî bi piştevanî û birêvebirinê heye

Cotkar Hac Elî diyar kir ku pêdiviya wî bi birêvebirinê ji hêla aliyên pêwendîdar, bi taybet der barê nexweşiyên mewsimê heye.

Hac Elî bang li cotkarên çandiniya mewsima birincê kir ku ji ber ku ava zêde û heye birincê biçînin da ku beşa çandiniyê bê geşkirin.

Çinîna mewsima birincê di destpêka meha Cotmehê de pêk tê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din