Çapxaneya Şehîd Herekol di demek kin de armanca guncaw pêk anî

Çapxaneya Şehîd Herekol gaveke dîrokî li ser astên çandê û zanistî yên ber bi pêşketina zanist û wêjeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve avêt. Her wiha çapxaneyê zêdetirî 3 milyon pirtûkên cur bi cur ji çîrok, helbest û mînhaca xwendinê, çap kirin.

Xebata Çapxaneya Şehîd Herekol di 20’ê Tîrmeha 2017’an de dest pê kir. Ew jî ji yek destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû. Çapxaneyê hemû pêdiviyên Rêveberiya Xweser ji belavok, pirtûkên dibistanê, pirtûkên wêjevan, helbestvan û rewşenbîran, hildane ser xwe.

Di destpêka vekirinê de çapxane rastî gelek astengiyan hat. Piştre hemû astengî û pirsgirêk hatin derbaskirin û çareserkirin.

Çapxaneya Şehîd Herekol gaveke nimûne avêt

Di destpêka vekirinê de, Çapxaneya Şehîd Herekol pirtûkên dibistanê û belavokên wêjevan û helbestavan ên ku pir êş kişandin da ku berhemên xwe çap bikin, çap dikirin.

Çapxane sal li pey salê pêşket û pirsgirêkên ku pirtûka tenê bi rengên spî û reş dihatin çapkirin, çareser kirin. Lê piştî çapxane bi pêş ket êdî pirtûk bi rengên cihêreng û baş tên çapkirin.

Çapxaneya ku Desteya Darayî ya herêma  Cizîrê çavdêriyê li ser dike, bi navê fermandar Husên Şawîş(Herekol) weke rêzdariyekê ji xizmetên wî yên çandê, zanist û zanabûnê re, hate binavkirin.

Di çapxaneyê de alavên pêşketî yên bi teknolojiyên nûjen û pirtûkan bi awayekî pir baş çap dike, hene. Di çapê de gelek beş weke, dîzayn, çap û beşa komkirin û cildkirinê hene.

Armanca çapxaneyê pêşkêşiyeke baş ji xwendevana re û zêdekirina berhemê

Armanca çapxaneyê ya îsal çapkirina 5 milyon pirtûkên mînhacên dibistanê ye. Ew hejmar jî piştî gelek herêm hatin rizgarkirin zêde bûn, ji ber ku pêdiviya van herêman bi mînhacên xwendinê heye.

Çapxaneya Şehîd Herekol a li Dêrikê 24 saetan bi armanca pêkanîn û zêdekirina berhemê, dixebite. Di saet 08:00 sibehê weke awayê dorveger dest bi xebatê dibe. Roja înê betlaneyê da ku alav bên paqijkirin û çêkirin.

Çapxaneya Şehîd Herekol 2 hezar pirtûk di navbera ne zêdetirî 2 rojan de çap dike.

Çapxane tu mercan li ser tu aliyekî çi taybet an jî daîreya hikumetê dibe, ferz nake. Hemû berheman ji çîrokên biçûk bigire heta helbest û romanan bi bihayeke sembolîk li gor çapxaneyên taybet, çap dike. Ji ber ku hedefa çapxaneyê hêsankirina çapkirina berhem û xizmeta wêjevan, helbestvan û saziyên Rêveberiya Xweser e.

Çapxaneya Şehîd Herekol 2 milyon û 200 hezar pirtûkên mînhacên dibistanê yên sala borî çap kirin. Lê belê hejmar îsal bû 5 milyon. Ji lewre çapxane 24 saetan dixebite da ku bigihîne hedefê.

Çapxane di xirabbûna alavekê û kêmbûna madeyan di astengiyan re derbas dibe. Ji ber parçe li sûkê tun ne û di dema wê de jî ji ber ku ji derve tên kirîn, nayên dabînkirin.

Der barê çawaniya xebatê, ajansa ANHA’yê bi gerînendeyê Çapxaneya Şehîd Herekol Behaedîn Botî re hevpeyvîn çêkir. Botî bal kişand ser ku xebat li ser dabînkirina madeyên pêwîst di dirêjahiya 3 mehan de tê kirin. Da ku kar bidome û raneweste. Her wiha da ku piranî made bên peydakirin û qut nebin. Hin made jî her tim hene."

Botî wiha domand: "Bihaya madeyan pir bilind e. Lê armanca çapxaneyê ne madî ye. Lê belê hedefa wê xizmeta civakê ye."

Çapxaneyê tevî derfetên kêm û pisporiyên xebatên, armanca xwe pêk anî

Botî wiha lê zêde kir ku tevî pispor ku bixebitn kêm in jî, kesên di vê mecalê de çapxaneyê de dixetin, hemû hêza xwe bi şev û roj pêk tînin da ku erka li ser milên wan û zêdekirina berhemê bînin cih. Botî bang kir: Divê kesên di aliyên çêkirin, çapkirin, dîzaynê de pispor in, piştevaniya çapxaneyê bikin, da ku xizmetekî baş ji civakê re pêşkêş bikin."

Di dawiya axaftina xwe de, gerînendeyê Çapxaneya Şehîd Herekol Bihaedîn Botî wiha tekez kir: "Çapkirina pirtûkan ji aliyên pel û rengan ve bi hevrûkirina bi dewletên pêşketî re, gihaştine radeyeke pir baş. Ji ber ku armanc pêşkêşkirina baştirîn e."

(fr)

ANHA


Mijarên Din