Çapemeniya Lîbyayê: Akar bi armanca leşkerkirina çeteyên Somaliyê serdana Qeterê kir

Enqere û Qeter hewl didin çeteyên nû yên ne ji Sûriyê di şerê Lîbyayê de bi kar bînin, bi taybet piştî rapora Pentagonê ku tê de hate diyarkirin ku Enqereyê derdora 3 hezar çeteyên ji Sûriyê şandine Lîbyayê.

Rojnameya ‘Libya Review’ ragihand ku serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusî Akar ji Qeterê re di dawiya hefteyê de, nîşan dide ku dewleta Tirk hewl dide çeteyên ji Somaliyê bike leşker û çeteyên li Lîbyayê xurt bike.

Akar bi mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî re li Dewhayê civiya. Li gorî rojnameyê detayên hevdîtinê ji hêla dezgehên çepemiyê yên Qeterê ve nehatin belavkirin.

Di gelek raporan de tê destnîşankirin ku hikumeta Wîfaq a Lîbyayê artêşa xwe sewqî bajarê Sirte yê stratejîk dike.

Rojnameya Milliyet a Tirkiyê jî duh ragihand ku dewleta Tirk di nav amadekariyên vî şerî de, moşekavêj û çekên ku di Sûriyê de bi kar anîne, şandine Lîbyayê.

Piştî ku Pentegonê raporeke girêdayî şandina dewleta Tirk derdora  3 hezar û 800 çeteyên ji Sûriyê ji Lîbyayê re da ku artêşa Wîfaqê xurt bike, belav kir, Qeter û dewleta Tirk di roja din de li hev civiyan.

Heman rojnameyê diyar kir ku dibe di encama raporê de dewleta Tirk li gel rexneyên navdewletî berê xwe ji bikaranîna çeteyên ji Sûriyê ber bi bikaranîna çeteyên ji Somaliyê yên ku Qeter perwerde dike, guhert.

Misir, Rûsya û Îmarat destekê didin Xelîfa Hefter. Li aliyekî din dewleta Tirk û Qeter di şerên li Lîbya û Sûriyê de hevalbend in. Misirê jî hişyarî da ku ew ê li hember her hewldaneke dagirkirina Sirte yan jî Cefrayê bersivê bide.

(şx)


Mijarên Din