Cangoriyên azadiyê li Hesekê hatin bibîranîn

Cangoriyên azadiyê yên mehên Tîrmeh û Tebaxê li pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê hatin bibîranîn.

Şêniyên bajar û gundewarê Hesekê 170 şehîdên têkoşîna azadiyê yên mehên Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn.

Bîranîn li pakrewangeha Şehîd Dijwar pêk hat û bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê Hisên Îbrahîm axivî: "Di kesayeta şehîdên Tîrmeh û Tebaxê de em hemû şehîdên têkoşîna azadî û rûmetê bi bîr tînin. Erka me ye xwedî li şehîdan derketin. Em soz didin ku em xeta wan bişopînin û destkeftiyên wan biparêzin."

Bi navê Melisa Leşkerî ya Hesekê Şiyar Hesekê jî ev tişt anî ziman: "Em hêzên leşkerî hêza xwe ji şehîdan digirin. Şehîdên me wê hertim di dilê me de bin. Em soza xwe bi şehîdan re nû dikin ku em heta pêkanîna armancên wan şopdarên rêya wan bin."

Piştî axaftinan endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameya şehîdên mehên Tîrmeh û Tebaxê xwend.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din