​​​​​​​Çanda Danûkan ji çandên mayînde ye

Dema peyva Payîz tê gotin çanda kelandina genim ango Danûk tê bala şêniyên Rojavayê Kurdistanê. Dema genim tê kelandin tevî ku bi betiliye jî bi xwe re kêf û şahî ji mezin û zarokan re tîne, ji ber dateyên çêkirina wê tehmê jî rêjeyeke baş ji şêniyan jê hez dikin.

Dema werzê payîzî tê ji şêniyên Rojavayê Kurdistanê yên resen re çanda kelandina genim bi xwe re tîne, jê re dibêjin Danûk. Kelandina genim girîngtirîn çand e li Rojavayê Kurdistanê lê piştî tiştên amadekirî derketine holê rêjeya kelandina danûkan kêm bûye.

Piştî çandina genim, berhem li gorî barîna baranê tê hildan lê hinek ji şêniyan erdê xwe yê çandiniyê av didin. Piştî berhem tê rahiştin hin ji şêniyan çewal an çend tenekeyan ji xwe re dihêlin û yên din difroşin da ku ji mala xwe re bikelînin û cûreyên din jê derxin. Hin jî erdê wan ên çandiniyê tune ye, genim dikirin an jî zikat ji wan re tê.

Qonaxên kelandina genim

Dema genim tînin mal dineqînin qirşik û kevirên hûrik (zixur) ji nava genim radikin ev yek bi rojan dimîne, piştre genim bi avê dişon û sîtilê datînin ser agir. Agirê ku bi teban tê vêxistin, paşê avê li gorî genimê xwe dikelînin û genimê xwe dikin nava avê.

Genim derdora saetek an du saetan tê kelandin li gorî xurtbûna agir an jî li gorî qedera genim.

Piştî kelandinê genim dibe danûk û ji aliyê jin û zilaman ve bi satilên biçûk tê kişandin û li ser çandiran tê raxistin, piştî mayîna wê li ber rokê danûk tên zuhakirin paşê dîsa tê paqijkirin ji qirşikên ku di nava genim de derdikevin, piştre dibin aş da ku bê hêrandin û bibe birxul û savar.

Ji bo em bizanibin çawa tê çêkirin û bi çi awayî zarok û jin li derdora sîtilê dikevin tevgerê me serdana mala dayîka bi temen 100 salî Wetha Misewer kir.

Dayîka Wetha behsa demên borî ji me re kir ku bê berê bi çi awayî danûk dikelandin. Da zanîn ku berê ji ber qeder gelek bû, bi gelek sîtilan dikelandin bi rêbazê ku sîtil li cem hev rêz dikirin û agir di bin de pêdixistin û got: "Piştre me radixistin ser çandiran,  paşê ji ber ku karê deqandinê giran bû zilaman dideqand, em jî jin bi gotina çîrokan me bi destan danê xwe di destarî de dihêra hetanî berbanga sibehê".

Dayîka Wetha da xuyakirin ku berê kar bi zor bû ji ber ku wan paleyî dikirin û qeflên simbilan ji erd heta mala xwe li ser pişta deve dikirin û got: "Berê aş tune bû, me destar tanî û em du kes bûn li pêşiya hev rûdiniştin û me bi hev re dihêra hûr dibû dibû savar, birxul dibû hûrik, serik, danik yê kutilkan û yê beloiyê, gelek tişt jê derdiketin".

Dayîka Wetha wiha dirêjî da axaftina xwe: "Berê me li ser bênderan danûk dikelandin, zarok li derdora me vedihewiyan, me di sîtilên şîr yên mezin de dikelandin her malek bi sîtilên xwe genimê xwe dikelandin".  

ANHA


Mijarên Din