Çalakvanek hiqûqî: Tirkiye sûcên şer dike

Endama rêveber a Navenda Lêkolînan û parastina mafên jinê Aynûr Başa got: “Sûcên artêşa Tirk a dagirker li dijî jin û zarokên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê digihêjin asta sûcên şer ên li dijî mirovahiyê.”

Sêşema borî dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bêmirov êrişî gundê Helincê yê Kobanê kir, di encamê de sê jinên siyasetmedar şehîd bûn. Êriş li ber çavê cîhanê pêk hat. Li ber çavê cîhanê hemû qanûn û peymanên navdewletî hatin binpêkirin.

Di vî warî de endama rêveber a Meclisa Edaleta Civakî ya herêma Cizîrê, navenda lêkolînan û parastina mafên jinan Aynûr Başa ji ANHA`yê re axivî.

 Aynûr di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Bendên qanûna navdewletî ya mafên mirovan, di demên şer de hewl dide mafên sivîlan, bi taybet jin û zarokan biparêzin. Em dibînin ku Tirkiye sûcên şer pêk tîne û rêzê ji biryarên ku Konseya Ewlehiyê bi armanca xêzkirina nexşerêya nû nagire. Tê dîtin ku dewletên li Cinev û Lahayî, zagonên mafê mirovan bi taybet lihevkirina Sîta benda 12-13-25 paşguh dikin.”

‘NY`Î KIRYARÊN TIRKIYÊ PAŞGUH DIKE’

Aynûr destnîşan kir ku Tirkiye sûcên dermirovî li Efrînê pêk anîn, duh jî li Kobanê pêk anî, lê hîna NY`î wan sûcan paşguh dike.  Aynûr got: “Ev îsbat dike ku ew ji sûcên dagirkeriyê razî ye. Hedefgirtina endamên Kongreya Star di roja beriya Salvegera Komkujiya Kobanê de, îsbat dike ku jinan çeteyên DAIŞ`ê li Kobanê têk birin û timayên dewleta Tirk şikandin. Em sûcên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî jinan şermezar dikin. Wan jinan xwe li dijî zilmê birêxistin kiribûn. Ev li xweşa dagirkeran nehat, lewma jî kirin hedef. Sûcên artêşa Tirk a dagirker li gotî dadgeha cezayan a navdewletî, wek binpêkirina lihevkirinên Cinevê û wek sûcên li dijî mirovahiyê û sûcên şer tên hesibandin. Lewra dadgeha cezayan a navdewletî berpirsê van sûcan e.”

Aynûr di dawiyê de îşaretpê kir ku berjewendiyên hevpar ên di navbera dewletên mezin û dewleta Tirk de rê li pêşiya pêkanîna sûcên Tirkiyê û binpêkirina qanûnên navdewletî vedike û got: “Dema ku mijar berjewendiyên dewletên  ku li ser çewisandina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lihev dikin, be  qanûnên hesabxwestinê nayên pêkanîn.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din