Çalakvanê siyasî yê Yemenê: Tirkiye dixwaze çavkaniyên petrolê û Bab El-Mendib bi dest bixe

Çalakvanê siyasî yê Yemenê Fahêm El-Cibûbî got: "Tirkiye ji ber piştgiriya komên radîkal, bûye astengiya sereke li pêş pêkanîna aşîtiyê li Yemenê. Tirkiye dixwaze bandorê li rewşa Yemenê bike û a çavkaniyên petrolê û tengava Bab El-Mendib, kontrol bike."

Çavdêrên rewşa Yemenê asta destwerdana Tirkiyê ya bi hevkariya Qeterê û endamên koma Îxwan Mislimîn li kar û barê Yemenê ku di demên dawîn de zêde bûye, her wiha bikaranîna endamên ewlehiyê û îstixbarata Tirkiyê yên li Yemenê kar dikin, dişopînin.

‘TIRKIYÊ PIŞTEVANIYA ALOZIYÊ KIR’

Girêdayî mijarê, çalakvanê siyasî yê Yemenê Fahêm El-Cibûbî ji ANHA`yê re axivî û got: "Destwerdanên Tirkiyê li Yemenê ji destpêkê ve hebûn. Dewleta Tirk di 2011`an de bi rêjeyeke mezin piştgiriya tevlîheviyê kir û dûvikên xwe li Yemenê bi çek kir. Her wiha komeke çekan ku tê de dabanceyên bê deng hebûn, hate destserkirin ku armanc jê tasfiyekirina fermandarên dijberî dûvikên Tirkiyê li Yemenê bû."

El-Cibûbî bi domdarî got: "Piştî derketina koma Hûsiyan li Yemenê, Tirkiyê piştgiriya wan kir ku ew û koma Îxwan Mislimîn hevalbendên Tirkiyê ne. Her du alî bi piştevahiyê hevbeş a Qeterê li hev dikin. Fermandarên Îxwan Mislimîn ên siyasî û olî jî li Stenbolê dimînin. Yek ji wan koman jî partiya Îslahê ye ku niha di bin navê artêşa niştîmanî de li Meribê, bi cih dibin. Di demên dawîn de jî li bajarê Teizê mîlîsên Heşd Şebiî bi fermandariya şêx Hemû El-Mixlafî ku niha li Tirkiyê ye, derketin."

‘TIRKIYE VEGERA DEWLETÊ ASTENG DIKE’

Çalakvanê siyasî yê Yemenê wiha lê zêde kir: "Tirkiyê bi awayekî fermî destekê dide vê komê. Ev yek rewabûna steng dike û piştgiriyê dide Hûsiyan. Niha astengiya sereke li pêş pêkanîna aşîtiyê li Yemenê Tirkiyê ye, ku bi rêya komên nerewa ku femanên xwe ji Stenbolê digirin gefê li yekitiya Yemenê dixwe û li pêş aşîtiyê û vegera dewletê li Yemenê dibe asteng."

‘HEWLDANÊN TIRKIYÊ YÊN SERWERIYA ÇAVKANIYÊN PETROLÊ Û BAB El MENDIB’

El-Cibûbî îşaret bi hewldanên Tirkiyê yên yekkirina eniya Îxwan Mislimîn û Hûsiyan li dijî projeya niştîmanî, sînordarkirina Şeriyê ya Yemenê bi taybetî li herêmên bakur, bidestxistina mîlîsên girêdayî Tirkiyê çavkaniyên petrolê wekî Merib û sînordarkirina herêmên bakur û veqetandina wan ji başûr, kir. El-Cibûbî da zanîn ku dibe Tirkiyê herêmên bakur û başûr ji hev cuda bike, ji ber ku mîrasê Osmaniyan li bakur bû.

Her wiha eşkere kir ku Enqere niha hewl dide ku mîlîsên xwe li bajarê Teizê kom bike û Hûsiya û Heşid Şebî nêzî hev bike, da ku eniyekê li beravên rojava veke û kontrola Bab El-Mendib bike.

Çalakvanê siyasî wiha diyar kir: "Koma Îxwanan hewl da ku hêz û cebilxaneyê bibin girava Suqetia da ku serweriya giravê bikin. Ji ber ku yek ji armancên Tirkiyê ew e. Her wiha dixwaze li wir baregeheke leşkerî ava bike û hebûna xwe li deryaya Ereban û kendava Edenê xurt bike."

‘EV KOM ARMANCÊN TIRKIYÊ LI HERÊMÊ PÊK TÎNIN’

El-Cibûbî wiha pê de çû: "Bê guman, hevalbendiyeke veşartî di navbera komên alîgirên Tirkiyê de heye. Koma Îxwan Mislimîn îdia dike ku ew girêdayî Şeriyê ye, lê belê baregehan û miqdarên mezin ên çekan radestî Hûsiyan dike û ji gelek eniya vedikişe. Di heman demê de hêzên xwe li herêmên başûr li Şebiwe û gelek herêmên petrolê kom dike. Tevî ku yên serweriya herêmên başûr dikin bi xwe ciwanên wan herêman in û di nava Hêzên Hevalbendiya Erebî de cih digirin."

Çalakvanê siyasî yê Yemenê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev yek nîşan dide ku tevgerên wan koman bi fermanên ji Stenbolê tên û tenê armancên Tirkiyê li herêmê pêk tînin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din