Çalakiyên şevbuhêrkan li Minbicê bidawî bû

Navenda Çand û Hunerê bi hevkariya Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê roja yekşemê çalakiyên ku 3 rojan dewam kirin, bi dawî kirin.

Bi beşdarbûna bi dehan endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê, rewşenbîr û şêniyên bajêr, roja yekşema çûyî şevbuhêrkeke helbestan hate lidarxistin. Şevbuhêrkê 3 rojan dewam kir û duh bi beşdarbûna 9 helbestvanên ji bajêr, çalakiyên xwe bi dawî kirin.

Çalakiyên şevbuhêrkê li ser asta bajarê Minbicê li Parka Çand û Hunerê hate lidarxistin, di çalakiyê de şevbuhêrkên helbestan, muzîk û pêşangehên hunerî bi rê ve çûn, çalakî li ser hemû çandên bajarê Minbicê bûn.

Çalakiyên şevbuhêrkê ên roja yekemîn

Di destpêka çalakiyê de helbestvana bi navê Macîde Darî ya ji bajarê Amûdê, helbestek li ser bajarê Efrînê got, paşê helbestvan Ehmed El-Yûsif û Macîde Darî bi hev re helbest gotin. Her wiha helbestvan Mihemed Seîd gelek helbest xwendin.

Paşê muzîk ji aliyê Ridwan El-Îsa ve hate pêşkêşkirin, bi vê yekê roja yekê bi dawî bû.

Di roja duyemîn de…

Helbestvan Îbrahîm El-Elî di destpêka çalakiyê de hin helbestên Nîzar Qebanî dema ku behsa bajarê Şamê dike, xwendin û paşê helbestvan Nejwa Elî El-Xelef û Ibrahîm El-Elî bi rêya helbestan behsa hezkirina xwe ji bajarê Şamê re kir.

Paşê helbestvan Reşîd Ebas helbestek bi zimanê kurdî xwend.

Çalakiyên roja duyemîn bi muzîkê ji aliyê Ehmed Fadil ve bi dawî bûn.

Roja sêyemîn…

Helbestvan Ibrahîm El-Mehmûd helbestek li ser şehîdan got, paşê helbestvan Casim Terbûş helbestek bi zimanê tirkmenî û yek bi zimanê erebî li ser welêt got. Her wiha helbestvan Ibrahîm Mistefa helbestek xwend û helbestvan Mihemed Seîd jî helbestek bi zimanê bedewî xwend.

Endamê rêveberiya Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û Gundewarê Wê Casim Terbûş got di çalakiyê de helbestên bi zimanên erebî, kurdî û tirkmenî bûn. Terbûş tekez kir ku armanc ji çalakiyê teşwîqkirina behreyan û mezinkirina wê ye da ku çandên cuda li bajarê Minbicê raxin ber çavan.

ANHA


Mijarên Din