Çalakiyên şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk li Almanya û Danîmarkeyê

Kurdistaniyên li bajarên Almanya û Danîmarkayê çalakiyên cuda ji bo şermezarkirina êrîşên dewletaTirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kurdistaniyên li bajarê Kasil û Fobirtal ên Almanya çalakiyek li dar xistin û sloganên “Erdogan terorîst e” berz kirin.

Li Danîmarkayê kurdistaniyan çalakiyek protestoyî li ber avahiya şaredariya Odense li dar xistin û alên YPG`ê hildan.

ANHA


Mijarên Din