Çalakiyên Pêşangeha 4'an a Pirtûkan a Şehîd Herekol dest pê kir

Bi diruşmeya "Bixwîne..xwe nas bike", çalakiyên Pêşangeha 4'emîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol li hola Zana ya bajarê Qamişloyê dest pê kir.

Pêşangeh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ve hatiye organîzekirin. 39 weşanxane û 11 hezar pirtûk, bi giştî 120 hezar kopî  bi mijarên cûda, çandî, dîrokî, civakî, olî, siyasî, leşkerî, felsefîk roman, bi zimanên Erebî, Kurdî, Suryan, Tirkî û Îngilîzî hatin pêşandan.

Gelek rewşenbîr, nivisîkar, hezkiriyên pirtûkan, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, nûnerên desteyên rêveberiya xweser û bi dehan şênî dema vekirina pêşangehê amade bûn. Cara yekemîn 3 weşanxaneyên nû beşdarî pêşangehê bûn (Neqiş, Ava, Meda).

Endamê Komîteya Amadekar a Pêşangeha 4'an a Pirtûkan a Şehîd Herekol, Aram Elî derbarê pêşangehê de ji ANHA'yê re axivî û got: "Di nava şert û mercên zehmet û dagirkeriyê de ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibin û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê de me dikarî vê pêşangehê vekirin û hejmarek mezin a weşanxaneyan kom bikin."

Aram destnîşan kir ku hin weşanxane yên li Bakur û Başûrê Kurdistanê ji ber mercên siyasî de bi navê xwe yên fermî tev li pêşangehê nebûn, lê bi navê din beşdar bûn.

Di merasîmê vekirinê de, hevseroka Desteya Çand û Hunerê Ronahî Hesen axivî û got, ev pêşangeh her sal ji bo bîranîna wêjevan, şoreşger û fermandarê YPG'ê Hisên Çawîş (Herekol) tê vekirin û got: "Em bi hêvî ne ku layiqî peyama bi nirx a nemir Hisên Çawîş be."

Hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yûnis pêşangeh li cangoriyên azadiyê pîroz kir û got, ev pêşange berhemên Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye û mînake ked û têkoşîna geên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û fedekariya bi hezaran zarên vî gelê ne.

Di pêşangeha îsal de, beşek taybet ji bo zarokan hatiye vekirin. Her wiha dê semîner werin dayîn û pirtûk werin îmzekirin.

Pêşangeh dê 6 rojan dewam bike.

ANHA


Mijarên Din