Çalakiyên pêngava "Serhildana jinên ciwan tolhildan e" didomin

Tevgera Jinên Ciwan a Helebê di bin dirûşmeya "Serhildana  jinên ciwan tolhildan e" de, 300 belavok belav kirin.

Tevgera Jinên Ciwan a Helebê di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava "Serhildana jinên ciwan tolhildan e" de 300 belavok belav kirin, ku tê de balê dikişîne ser tundiya li dijî jinan û berxwedanê li hemberî dagirkeriyê.

Di belavokan de diruşmeyên "Na ji destdirêjkirinê re, na ji kuştina jiyanê re, na ji revandinê re, na ji zewacindina zarokan re , Na ji kuştinê re û jin mafê jinan jiyan e .. jiyana azad û ewle" hatibûn nivîsandin.

Endama Tevgera Jinên Ciwan Şemis Elî diyar kir ku belavkirina belavokan li şêniyan ji bo pêşxistina zanebûnê di nava jin û şêniyan de ye.

eh

ANHA


Mijarên Din