Çalakiyên HRE’yê yên tolhildanê: Leşkerekî Tirk û 7 çete hatin kuştin

HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên duh de leşkerekî artêşa Tirk û 7 çete hatine kuştin û 2 leşker û hejmarek çete jî birîndar bûne.

Çalakiyên tolhildanê yên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) berdewam dikin. HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên xwe yên duh eşkere kirin. HRE’yê destnîşan kir ku di çalakiyên wan ên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de leşkerekî artêşa Tirk û 6 çete hatine kuştin û 2 leşker û hejmarek çete jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê îşaret bi komkujiya li Til Rifetê ya li dijî zarokan jî kir û piştrast kir ku dê êrîşên dagirkeran tu carî bê bersiv nemînin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Roja 2’yê Kanûnê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifet li dijî welatiyên me yên Efrînê komkujiyek pêk anî. Piraniya wan zarok, bi dehan welatiyên me şehîd bûn. Li dijî vê komkujiyê hêzên me rêzeçalakiyên tolhildanê li dar xistin.

1. Di 3’yê Kanûnê de li gundê Gobelê yê bi ser bajarê Efrînê ve hêzên me li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. Di encamê de leşkerekî Tirk hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn û bataryayeke obusê jî hat îmhakirin.

2. Di 3’yê Kanûnê de hêzên me li derdora bajarê Ezazê çeperên çeteyên artêşa Tirk a dagirker kirin hedef. Di encamê de 5 çete hatin kuştin û hejmarek çete jî birîndar bûn.

3. Di 3’yê Kanûnê de li derdora bajarê Mareyê hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de çeteyek hat kuştin.

Piştî çalakiyên hêzên me artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên sivîl yên gundê Soxanekê, Aqîbê ên bi ser Şêrawa, Merenaz, Şewarxa, Elqamiyê, Malikiyê yên bi ser Şera ve, her wiha gundê Hirbil yê bi ser herêma Şehbayê ve bi dijwari topbaran kirin.

Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê diyar dikin ku êrîşên dagirkeran wê tu carî bê bersiv nemînin.”


Mijarên Din