Çalakiyên HRE’yê yên dawîn: 2 çete hatin kuştin, dronek û erebeyek hatin îmhakirin

Di çalakiyên HRE’yê yên duh û pêr de li navenda Efrînê erebeyeke çeteyan hate îmhakirin û droneke artêşa Tirk li Şerayê hate xistin. Her wiha 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên xwe yên duh û pêr eşkere kirin. HRE’yê daxuyand ku di çalakiyên wan de 2 çete hatine kuştin û çeteyek birîndar bû, erebeyeke çeteyan hate îmhakirin û li navçeya Şera ya Efrînê droneke artêşa Tirk a dagirker hate xistin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Roja 27’ê Çileyê hêzên me li nav bajarê Efrînê, li hemberî artêşa dagirker û çeteyên wê çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encama çalakiyê de wesayîtek hat îmhakirin.

Heman rojê di saetên şevê de hêzên me gundê Birc Heyder yê navçeya Şêrawa, li hemberî çeteyên Feylaq El-Şam çalakiyên sekvanî li dar xistin. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî birîndar bû.

Roja 28’ê Çileyê di navbera Villa Qadî û Beradê de yên bi ser navçeya Şera ve, droneke artêşa Tirk a dagirker ji aliyê hêzên me ve hat xistin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojên 27 û 28’ê Çileyê gundên Efrîn û Şehbayê bi obus û hewanan topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîştin welatiyên herêmê.”


Mijarên Din