Çalakiyên HRE’yê didomin: 16 leşker û çete hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê daxuyand ku di çalakiyên wan ên li Efrînê yên li dijî çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên 3 rojên dawîn de 12 leşker û 4 çete hatine kuştin.

Bi daxuyaniyeke nivîskî Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) der barê çalakiyên xwe yên dawîn de agahî parve kirin. HRE’yê ragihand ku di 31’ê Tebaxê de li Şêrawa çalakiyek li hember artêşa Tirk a dagirker li dar xistiye û 4 leşker hatine kuştin. Di çalakiya duh a li Şerayê de jî 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha HRE’yê têkildarî çalakiya xwe ya 29’ê Tebaxê ya li Şêrawa de jî diyar kir ku hejmara leşkerên kuştî zelal kirine ku di wê çalakiyê de jî 8 leşker hatine kuştin.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me li dijî baregeh û tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêma Efrînê çalakiyên bibandor li dar xistin û hejmarek ji leşker û çeteyên Tirk kuştin.

Di 31’ê Tebaxê de hêzên me li dijî seyareyeke zirxî ya artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyeke bibandor li dar xist. Di encamê de ew seyare hat rûxandin û 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di 1’ê Îlonê de hêzên me bi çekên navîn liv û hewldanên pêşdehatinê yên çeteyên artêşa dagirker a Tirk li derdora gundê Malikiyê û kela Şewarixa yên navçeya Şera kirin armanc, her wiha du çalakiyên sabotajê li hember wan li dar xistin. Di encamê de hewldanên çeteyan berteref bûn, 4 çete hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di 1’ê Îlonê de me bi daxuyaniyekê encama çalakiya hêzên xwe ku di 29’Ê Tebaxê de pêk hatibû û navendeke artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa kiribû armanc, ragihand. Der barê wê çalakiyê de agahiyên zelal bi dest ketin û hejmara leşkerên Tirk ên ku hatibûn kuştin 8 leşker in.”


Mijarên Din