Çalakiyên Hefteya Çandî li Şehbayê berdewam in

Tevgera Kevana Zêrîn bi rêya lidarxistina çalakiyên Hefteya Çandî hewl dide pîşeyên ku bi windabûnê re rû bi rû mane, vejîne.

Bi rasthatina salvegera şehadeta şehîd Zîlan (Zeyneb Kinacî) re Tevgera Kevana Zêrîn a Efrînê di 30`ê Hezîranê de çalakiyên Hefteya Çandî li Hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist. Gelek komên hunerî tev li çalakiyan bûn.

Hefteya Çandî ya gerok li kantona Şehbayê, kampên Serdem û Berxwedan û gundewarên navçeya Şêrawa bi dirûşma “Bihûşta yekemîn li axa Kevana Zêrîn e, de ka em vejînin” li dar dikeve.

8 komên girêdayî Kevana Zêrîn bi berhemên xwe yên hunerî û şanoyan tev li çalakiyên Hefteya Çandî dibin. Her wiha di çalakiyan de bi rêya karên destan ên gelêrî û amadekirina xwarinên gelêrî çanda Efrînê hate vegotin.

Di çalakiyên roja pêncan de ku duh li Kampa Serdemê li dar ket, pêşangeha amûrên gelêrî hate lidarxistin. Di pêşangehê de jinan genim bi rêya destar hêrand, hinek jî miştik bi destan çêkir, tevî pêşandana amûra hêrandina qehweyê. Li rex wan jî hinek jinan karên destan mîna tentene û rîs pêşkêş kirin.

Jinên Efrînê destnîşan kir ku çanda jinan ruxmî dagirkeriyê mayînde ye û dê ji nifşekî derbasî yên din bikin, koçberî dê bandorê li wan neke û dê dîrok û çanda xwe ya kevnar ji bîr nekin.

Dayîka Cîhan Mihemed ji ANHA`yê re aixvî û diyar kir ku di Hefteya Çandî de çanda xwe bi bîr anîn. Cîhan destnîşan kir ku ruxmî koçberiyê û dûrketina ji warên xwe, dev ji çanda xwe bernadin û hêviya wan di vegerê de xurt dibe.

Girêdayî heman mijarê Xalîde Hisên jî got ew bi çand û dîroka pêşiyên xwe ve girêdayî ne.

Hefteya Çandî bi pêşkêşkirina berhemên hunerî heta 7`ê Tîrmehê berdewam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din