Çalakiyên bibandor ên HRE’yê: 6 çete û leşkerên Tirk hatin kuştin

HRE’yê li kantona Efrînê derbeyên giran li leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker dan. HRE’yê ragihand ku di rêzeçalakiyên wan ên li Ezaz, Şêrawa û Şerayê de 6 leşker û çete hatine kuştin.

Di çalakiyên dawîn ên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên li kantona Efrînê de derbeyên giran li leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin xistin. HRE’yê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku di rêzeçalakiyên wan ên li Ezaz, Şêrawa û Şerayê de 4 çete û 2 leşker hatine kuştin. Her wiha HRE’yê ragihand ku di 1’ê Îlonê de li navenda Efrînê li hember baregeheke artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê pêk anîne lê belê agahiyên zelal der berê encamên wê de bi dest neketine.

Berfirehiya daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Hêzên me bi rêzeçalakiyên bibandor baregeh û kombûyîna artêşa Tirk a dagirker li Efrîn û derdora wê kirin armanc û hejmarek ji leşker û çeteyên Tirk kuştin.

Di 30’ê Îlonê de hêzên me bi çalakiyeke sekvanî çeteyekî girêdayî artêşa Tirk a dagirker li nêzîkî gundê Kefer Xaşir ê girêdayî herêma Ezazê kir armanc, di encamê de ew çete hat kuştin.

Di 1’ê Cotmehê de hêzên me li dijî 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker li gundê Basilê yê navçeya Şêrawa çalakiyeke bibandor li dar xist. Di çalakiyê de her du baregeh hatin rûxandin, 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Di 1’ê Cotmehê de hêzên me êrîş birin ser komeke çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Enabkê yê navçeya Şera, di çalakiyê de 3 çete hatin kuştin.

Di heman dîrokê de hêzên me li dijî baregeheke artêşa Tirk a dagirker li navenda bajarê Efrînê çalakiyeke sabotajê li dar xist, lê belê der barê encama çalakiyê de agahiyên zelal bi dest neketin.

Di navbera 29 Îlon û 1’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên tank û obusan li ser herêmên sivîl ên li gundên navçeya Şêrawa Aqîbê, Bênê û gundên herêma Şehba Şêx Hilal, derdora gundê Kefer Naya û derdora bajarokê Til Rifatê berfireh kirin. Di topbaranê de ziyanên madî gihîştin mal û zeviyên gundiyan.”

 


Mijarên Din