Çalakiyek ji zarokên koçber ên Serêkaniyê yên li Qamişlo re hat lidarxistin

Komeke çalakvanan alîkariyên manewî û madî ji zarokên koçber ên ji Serêkaniyê re pêşkêş kirin. Her wiha gelek pêlîstok li zarokan belav kirin.

Di encama êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet li ser bajarên Serêkaniyê û Girê Spî de, bi hezaran şênî ji ber komkujiyan û bombebarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji malên xwe derketin û li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûn.

Hin malbatên koçber ji Serêkaniyê li Dibistana Lîwa ya li kolana Siyahî ya bajarê Qamişlo dimînin. Îro bi însiyatîfa xweser, hin çalakvanên ji bajarê Qamişlo çalakiyek ji zarokên Serêkaniyê yên li dibistanê re li dar xist da ku kêfxweşiyê li rûyê wan vegerînin. Her wiha çalakvanan pêlîstok jî li zarokan belav kirin.

Çalakvan Mistefa Îsa têkildarî mijarê wiha got: "Komek ji ciwanan li Ewropayê nêzî 2 milyon lîreyên Sûriyê ji me re şandin da ku em alîkariya zarokên Serêkaniyê bikin û kenê li rûyê wan vegerînin. Ji ber vê yekê me ev çalakî li dar xist."

ANHA


Mijarên Din