Çalakiya mertalên zindî ya li Serêkaniyê di roja 13’an de didome

Di roja 13`an a çalakiya konê mertalên zindî ya li ser sînorê bajarê Serêkaniyê de bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û Dêrikê çalakî dewr girt.

Çalakiyên li dijî gefên dagirkeriya Tirkiyê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dewam dikin. Îro çalakiya konê mertalên zindî yê ku li rojavayê bajarê Serêkaniyê hatiye vedan, şêniyên Dêrik û Girkê Legê dewr girt.

Her wiha li kon şandeyek ji bijîşkên kantona Hesekê jî serdana kon kir da ku piştgiriya xwe ji şêniyan re li dijî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê teqez bikin.

Li kon axaftin bi navê şêniyên Tirbespiyê, Çilaxa û Til Koçerê ji aliyê Newaf El-Xidan û şêniyên navçeya Dêrik û Girkê Legê ji aliyê Wesfiyê Murad ve hate kirin.

Axaftvanan piştgiriya xwe bi YPG, YPJ û QSD re li dijî dagirkeriya Tirkiyê ku hewl dide derbeyê li destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe, teqez kir.

Her wiha axaftvanan soza domandina rêya şehîdan da û destnîşan kir ku ew ê li dijî Tirkiyê li ber xwe bidin û wiha got: "Îro Erdogan hewl dide êrîşî QSD`ê bike, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê têk birin, lê wekî çawa DAIŞ li ser destê wan hêzan têk çû, ew ê Tirkiye jî li ser destê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk biçe."

Axaftvanan bang li gelên herêmê kir ku refên xwe bikin yek da ku li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin.

Tê payîn ku sibê şandeyek ji mamosteyên kantona Hesekê beşdarî kon bibin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din