Çalakiya mertalên zindî ya li Serêkaniyê di roja 10‘an de ye

Mustefa Ferhan got: "Em ê di her qadan de têkoşînê bikin, berdêl çi dibe bila bibe em ê nehêlin Erdogan derbasî herêmên me bibe." Mustefa Ferhan bang li partiyên kurdî kir ku li dijî gefên Tirkiyê hevgirtina xwe ava bikin û got, bêdengiya li hemberî gefan tê wateya piştevaniya bi dagirkeriyê re û rijandina xwîna gelê Sûriyê ye.

Çalakiya mertalên zindî ya li xeta sînorê di navbera Serêkaniya Rojava û Bakurê Kurdistanê de li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja xwe ya 10‘an de bi beşdarbûna şêniyên navçeyên Til Hemîs, Til Birak û bajarê Qamişlo berdewam dike.

Şandeyek partiyên siyasî ku ji Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Aştiya Demokratîk, Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî), Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê serdana çalakgeran kirin.

Di çalakiyê de dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin û bang li koalîsyona navdewletî hate kirin ku li hemberî dagirkeriyê bisekine û sînorekî ji binpêkirinên wê re deynin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, bi navê partiyên beşdar Mustefa Ferhan axivî û got: "Hêzên ji pêkhateyên herêmê beriya niha bi derfetên kêm bajarê Serêkaniyê ji mezintirîn rêxistinên terorîst rizgar kir, îro dîsa ev hêzanan li hemberî dijminatiya Tirkiyê bûne yek. Çawa DAIŞ şikandin dê hêzên dagirker jî têk bibin."

Ferhan diyar kir ku armanca dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP‘ê ji van gefan ew e ku destkeftiyên di nava 7 salan de bi xwîna bi hezaran şehîdan hatin qezenckirin, têk bibin.

Mustefa Ferhan di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Em ê di her qadan de têkoşînê bikin, berdêl çi dibe bila bibe em ê nehêlin Erdogan derbasî herêmên me bibin. Lê ji partiyên Kurdî tê xwestin ku li dijî gefên Tirkiyê hevgirtina xwe ava bikin. Bêdengiya li hemberî gefan tê wateya piştevaniya bi dagirkeriyê re û rijandina xwîna gelê Sûriyê ye."

Tê payîn ku sibe dê şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê çalakiyê dewr bigirin.

ANHA


Mijarên Din