Çalakiya mertalên zindî ya li Girê Spî di roja 10‘an de ye

Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên kantona Girê Spî li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefxwarinên Tirkiyê di roja 10‘an de didome.

Li gundê Minbetih ê li ser sînorê di navbera kantona Girê Spî ya Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê de çalakiya mertalên zindî ya li dijî gefxwarinên Tirkiyê yên Ii ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 10‘an de didome. Îro jî şandeyek ji herêma Reqayê herikîn bin konê çalakiyê û nerazîbûn nîşanî gefên Tirkiyê dan.

 Di bin konê çalakiyê de berdevkê meclisên xeta herêma Kerama ya rojhilat Îbrahîm El-Hindî diyar kir ku ew ji herêma Kerama ya Reqayê hatin da ku piştgiriyê bidin şêniyên Girê Spî û wiha domand:"Erdogan hewl dide îradeya gelê Sûriyê binpê bike, dagirkirina Efrînê û siyasetên guhertina demografîk û asîmîlekirina nîşaneya vê yekê ye."

Endama Komîteya Tenduristiyê ya kantona Girê Spî Nesrîn Tamê axivî û îşart pê kir ku mozayîka civaka Sûriyê wê peyamê dide Erdogan ku gelê herêmê wê qebûl nekin ku komkujiyên Osmanî careke din li herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dûbare bibe.

Di çalakiyê de Hevserokê Desteya Tenduristî û Hawirdorê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mustefa jî axivî û anî ziman ku AKP‘ê piştî têkçûna DAIŞ‘ê li Sûriyê tevgera xwe li ser sînor zêde kiriye, da ku kiriyarên ku DAIŞ‘ê nedikarî pêk bîne, temam bike. Lê ji ber ku nedikarî tiştek bi dest bixe, dest bi gefan dike.

Ciwan Mustef got" Erdogan û hevalbendên wî ji projeya demokratîk û hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirse. Em bi yek destî li hemberî her gef û êrîşan bisekin."

Çalakî berdewam e.

ANHA


Mijarên Din