Çalakiya mertalên zindî ya Girê Spî di roja 6‘an de ye

Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên kantona Girê Spî ya li dijî gefxwarinên dagirkeriya Tirk di roja 6‘emîn de didome.

Li taxa Munbetih a kantona Girê Spî ya li beramberî sînorê di navbera Sûriyê û Bakurê Kurdistanê çalakiya mertalên zindî ya şêniyên kantonê ya ji bo şermezarkirina gefxwarinên dagirkeriya dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 6‘emîn de didome.

 Di bin konê çalakiyê de Hevserokê berê yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Girê Spî Mensûr El-Selûm axivî û diyar kir ku" Herêm bi saya şoreşa demokratîk di nava ewlehî û aramiyê de, hemû pêkhate bi hev re dijîn. Ev şoreş ji bingehê felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ê banga aştî, hezkirin û jiyana hevbeş hatiye avakirin, niha jî em encamên wê digirin."

El-Selûm bang li welatiyên Sûriyê yên destekê didin siyasetên dewleta Tirk a dagirker kir "Peyama min ji sûriyên ku serî daxistine û xwe xistine hembêza dagirker Erdogan, bila nas bikin ku dema wan xilas dibe. Gelek caran me bang li wan kiriye ku vegerin hembêza xwealtê xwe, ji ber ku Erdogan ê dagirker e ji bo armancên xwe yên dagirkirinê pêk bîne we dixapîne. Dixwaze tawîzên têkçûna xwe ya aborî, siyasî û leşkerî bi hinceta ewlehiya sînor bigire."

Hevserokê Komîteya Şaredariyan a Girê Spî Îzet El-Hermê, Hevseroka Meclisa Navçeya Silûkê Fatima Himêdî, endamê Meclisa Girê Spî Mustefa Bozo û Hevseroka Meclia Bajaroka Elî Baciliyê Zerîfa Qewas axivîn û gotin ew ê li hemberî gef û êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê bisekinin.

ANHA


Mijarên Din