Çalakiya mertalên zindî li Kobanê di roja 15`an de ye

Bi sedan xwepêşandêrên li ser sînorê Tirkiyê di roja 15`an de çalakiya xwe ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomînin.

Şêniyên kantona Kobanê ji 17`ê Tîrmehê ve dest bi çalakiya mertalên zindî li ser sînorê gundên Qeremox û Ziyaretê kir. Çalakiyan piştî 2 rojan ji destpêkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Duh şêniyan du hefte ji xwepêşandê bi dawî kirin û derbasî hefteya sêyemîn bûn. Di demekê de ku gefên Tirkiyê ji bo amadekirina êrîşa ser herêmên Bakurê Sûriyê zêde dibin.

Îro jî şandeyên ji saziyên sivîl li kantonê û gelek endamên partiyên siyasî yên Kurd û Partiya Pêşerojê ya Sûriyê berê xwe da konê çalakiyê yê ku li gundê Qeremox li rojhilatê bajêr hatiye vedan.

Beşdaran xelekek ji mirovan bi dirêjiya sed metreyan beramberî duyemîn mezintirîn baregehên dagirkeriya Tirkiyê li rojhilatê kantonê çêkir, dirûşmên silavkirina berxwedana gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê û dirûşma "Qatil Erdogan, bijî biratiya gelan, bimire xiyanet” berz kirin.

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 22`yê mehê de derketin meşeke girseyî li pêşiya yek ji baregehên leşkerî yên Kaolîsyona Navneteweyî li Sûriyê li gundê Xerab Işikê. Şêniyan ji civaka navneteweyî û taybet dewletên di nav Koalîsyona Navneteweyî de daxwaz kir ku helwesta xwe ji gefên Tirkiyê re nîşan bidin.

Her wiha li gundên sînor gulereşandin ji aliyê Tirkiyê ve li ser malên sivîlan di 2 rojên dawî de pêk hatin, di bûyerê de yek ji zarokên gundê Siftekê yê rojavayê bajarê Kobanê rastî gulereşandinê hat.

(jo)

ANHA


Mijarên Din