Çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê: Banga girtina qada hewayî ya herêmê hate kirin

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li pêş navenda Komîseriya Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Di roja duyemîn a çalakiya konvedanê yê li pêş navenda Komîseriya Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişloyê de, endamên Hêzên Parastina Civakî (HPC), Kongra Star şaxê navçeya Amûdê û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Qamişloyê beşdar bûn.

Çalakiya konvedanê ya duh ji aliyê Hêzên Parastina Civakî (HPC) û Kongra Star ve hatibû organîzekirin, tê payîn ku heta 30`ê Tebaxê bidome. Di çalakiyê de banga girtina qada hewayî ya herêmê tê kirin, her wiha bang li civaka navneteweyî û NY`yê tê kirin ku li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwestekê nîşan bidin.

Di roja duyemîn a çalakiyê de endama rêveber a HPC-Jin a Herêma Cizîrê Hediye Ebdullah axivî û bixêrhatina beşdaran kir.

Endama rêveber a Kongra Star şaxê Amûdê Mira Zoro jî axivî û sedemên xwepêşdana xwe ya li pêşiya navenda NY`yê da xuyakirin û got: "Armanca me ji vê çalakiyê ew e ku rêxistinên ku mafên mirovan îdia dikin, bi erka xwe rabin û bi awayekî pratîkî soz û peymanên xwe bînin cih."

Mira Zoro bang li rêxistinên navneteweyî û komeleyên mafên mirovan kir ku li hemberî gelê Rojava bi erka xwe rabin.

Mira Zoro anî ziman ku ji bo qonaxa bê ew amade ne û ew ê qirkirin û binketinê qebûl nekin. Di heman demê de destnîşan kir ku jinên Rojava amade ne çekan rakin. Mira diyar kir ku Rojava dê ji her çar parçeyên Kurdistanê û gelê bindest re bibe kilîta çareseriyê û bi ser bikeve.

PYD’ê li Qamişloyê jî li bin konê çalakiyê daxuyaniyek da. Endamê PYD`ê Faris Xelo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ji bo rêxistinên mafên mirovan, YE, rêxistinên civaka sivîl û Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê, em êrişên hovane yên bi balafirên polîtîzekirî, ne yên bêmirov ên biçek ên li dijî gund û bajarên Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qetilkirina zarok, jin û mêran şermezar dikin, ku heta kevir û dar jî ji balafirên Erdoganê faşîst nafilitin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êdî ev şer xetereyê li ser yekitiya Sûriyê çêdike, nexasim destwerdanên dewleta Tirk a faşîst ku herêmên berfireh dagir kirine û li Sûriyê piştgiriya hêzên terorîst û rêxistinên tundraw dike. Her wiha bang li sûriyan hat kirin ku erka xwe ya nîştimanî ya parastina serdestiya Sûriyê û yekitiya wê rabin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Divê em li ser maseya diyalogê bicivin û li gorî xwesteka aliyên sûrî çareseriyekê peyda bikin û ji bo diyarkirina çarenûsa gelê Sûriyê hev du qebûl bikin û dersan ji dîrokê derxin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya rêveberiya xwe ya xweser û fikrê rêber Abdullah Ocalan parastina ewlehî û îstiqrarê kir. Projeya neteweya demokratîk ji bo ewlehî û îstiqrarê baştirîn proje ye.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din