Çalakiya konvedanê ya bi armanca piştgiriya berxwedana greva birçîbûnê ya çalakgerên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de û ji bo rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, îro bi dawî bû.
Konê çalakiyê ya ku bi dirûşma"Dem dema azadiyê ye û em ê teqez bi ser bikevin" di 12`yê Çileyê de li pêşiya baxçeyê Komseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a li Qamişlo hate vegirtin û 8 rojan dewam kir. Bernameya çalakiya konvedanê bi serdana şandeyên ji hemû navçeyên kantona Qamişloyê berdewam dikir û îro jî bi beşdariya endamên komînan û meclisên navçeya Dêrikê bi dawî bû.
Di bin kon de bi dehan jin wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin, berxwedana girtîgehan silav kir û banga azadiya rêber Abdullah Ocalan kir.
Di çalakiyê de endamê rêveber ê Komîteya Rêveber a PYD`ê Hisên Remezan axivî û got ku ew ê heta rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan li ber xwe bidin û tê bikoşin û wiha gotina xwe dewam kir: "Ji bo tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bişikînin, pêwîst e têkoşînê bilind bikin."
Hisên Remezan di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê têkoşîna jina azad Leyla Guven ku di girtîgehên dewleta Tirk zêdetirî 200 rojî di greva birçîbûnê de ma ji xwe re bikin mînak.
Beşdaran berê xwe da avahiya Komseriya NY`yê û li wir Endamê Rêveberiya Meclisa Navçeya Dêrikê Sahib Osman daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
"Em ê li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û bimeşin. Em wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê çalakiyên wiha berdewam bikin û piştgiriya hemleya greva birçîbûnê bikin, her wiha em dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan red dikin û banga azadiya wî dikin û em ê heta rizgarkirina rêbertî li qadan bin."
Di dawiyê de diruşmên"Azadî ji rêber Abdullah Ocalan û bê serok jiyan nabe." hatin berzkirin.
(eh)
ANHA