Çalakiya konvedanê ya li Dêrazorê di roja 2ʹyemîn de didome

Çalakiya konvedanê ya li Hecînê ya bi banga rakirina tecrîda li ser rêber Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî di roja duyemîn de dewam dike.

Bi banga rakirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê duh, çalakiya konvendanê da destpêkirin.

Di roja duyemîn de, endamên saziyên sivîl ên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê herikîn bin kon ku li ber avahiya ciwanan a bajarokê Hecînê hatiye vedan.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/01/29/134813_slah-alslman.jpg

Di bin kon de axaftina hatin kirin. Hevserokê Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê Selah Selman axivî, bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî tecîrdaê û cezayên li ser rêber Ocalan şeremzar kir.

Selman got: "Hemû dewletên kapîtalîst komployan li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Vî gelê ji bo rizgarkirina cîhanê ji terora DAIŞʹê fedakariyên mezin da. Divê cîhan dengê me bibhîze û çareseriyeke siyasî ji alozî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me yên bi armanca têkbirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan bibîne. Em ê têkoşîn û berxwedanê bedewam bikin. Em ê li ser xeta şehîdan bimeşin heta ku serkeftinê mîsoger bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin."

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/01/29/134758_khlyl-alfyadh.jpg

Piştre Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê –Şaxê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê daxuyanî da. Endamê tevgerê Xelîl Feyad daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin: "Em li vir kom bûne da ku ji cîhanê re diyar bikin ku em doza xwe û rêberê xwe ji bîr nakin. Heger berdîl giyanê me jî wê  çalakiyên me yên ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan berdewam bikin. Ev kon wê ne yê ewil be û ne jî yê dawî be."

Piştre beşdarên çalakiyê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan îmzeyên xwe dan.

Çalakî wê sibe di roja 3ʹyemîn de bi dawî bibe.

(bb)

ANHA

 


Mijarên Din