Çalakiya  konvedanê bi soza şopandina rêya  her sê şehîdên jin bi dawî  bû

Çalakiya konvedanê ya ku Rêveberiya Jinan a bajarê Reqayê ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk û bi taybetî hedefkirina jinan li dar xistibû, bi dawî bû. Jinan tekez kir ku ew ê rêya şehîdîm jin jin berdewam bikin û berxwedanê bilind bikin.

Bi sedan jinên bajarê Reqayê û gundewarên wê beşdarî çalakiya konvedanê ku Rêveberiya  Jinan a bajarê Reqayê li dar xistibû û 4 rojan berdewam kiribû, bûn. Di axaftinên ku hatine kirin de êrişa dewleta Tirk a dagirker gundê Helincê yê rojhilatê bajarê Kobanê û şehîdxistina her sê jinan, hatin şermezarkirin.

Çalakiyê bi qedeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre bi navê meclisên jinan ên xeta başûr Asya El-Elî, bi navê meclisên gel Meryem Mihemed, bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê endama wan Buşra Berazî, ji rêveberên komîteya Çandiniyê Muhened El-Ibrahîm û bi navê komîteya Xwendin û Perwerdeyê Mihemed El-Casim, axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku çalakiya konvedanê ji bo derxistina vîn û hişyariya gelê wêrek ku zilm, xiyanet û dagirkeriya red dike, hate li darxistin û destnîşan kir ku dê rê nedin dewleta Osmanî ku ji nû ve hegemoniya xwe li herêmê ferz bike.

Her wiha  têkoşîna  jinên leşker û sivîl, hevjînên şehîdan û zarokên wan ku ji bo avakirina civakeke azad ku mafên jinan nas dike û diparêze, silav kirin.

Axaftvanan wiha diyar kir: "Êdî her kes siyaseta dewleta Tirk a hov a ji bo qirkirina gelê Kurd û Ereb, belavkirina tirsê li herêmên bakurê Sûriyê yên dagir kiriye, talankirina milkên şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û guhertina demografiya wan  herêman li gel bêdengiya civaka navnetewî, dizane. Li dijî van siyasetan divê em asta têkoşîna xwe bilindtir bikin."

Axaftvanan her wiha destdirêjiya Tirkiyê li bakurê Iraqê, planên ji bo Lîbyayê, topbarana herêmên Bakur û Rojhilatê  Sûriyê û hedefkirina jina ku hemû pîvanên mirovî binpê dike, şermezar kirin û wiha hat gotin: "Ji vir, ji konê çalakiyan, em soza şopandina rêya hevrêyên xwe yê şehîd Hevîr, Amara, Sakîne, Hebûn, Zehra û dayika Emîne, didin."

Di dawiya çalakiyê de komeke zarokan pêşandanek li ser jiyana zarokan a beriya şer nîşan da.

(cx)

ANHA


Mijarên Din