​​​​​​​Çalakiya hefteya çandê li Şehbayê dest pê kir

Çalakiya hefteya çandê ya ku ji aliyê Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê ve hatiye organîzekirin dest pê kir.

Çalakiya îsal di salvegera 24'an a bîranîna şehîd Zeyneb Kinacî (Zîlan) tê lidarxistin, bi beşdarbûna gelek komên hunerî li hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê dest pê kir.

Tevî nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser bi sedan koçberên Efrînê amade bûn.

Çalakiya hefteya çandê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Rêveber a Tevgera Kevana Zêrîn Mizgîn Çolaq axivî û armanca lidarxistina vê çalakiyê diyar kir: "Armanc çanda herêmê bidin xuyakirin. Ji ber ku çand nasnameya gelan e. Heke hûn civakekê nas bikin divê hûn çanda wê nas bikin. Em jin dixwazin bi rêya vê çalakiyê çanda Kurd û çanda Efrînê zindî bikin û di nava gel û civakan de belav bikin."

Bi navê Kongreya Star endama kongreyê Meryem Cindo şehîd Zîlan bi bîr anî û li ser têkoşîna wî rawestiya.

Piştî axaftinan, endama Tevgera Kevana Zêrîn Emel Umer helbestek li ser şehîd Zîlan xwend. Koma Şehîd Barîn jî şanoyek li ser kurtejiyana şehîd Zîlan pêşkêş kir. Koma Şehîd Heyfa û Şehîd Berçem stran gotin.

Çalakiya roja yekemîn bi diruşmeyên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Tevgera Kevna Zêrîn ji destpêka hatiye damezirandin ve her sal çalakiyên hefteya çandê li dar dixe. Çalakî dê li hemû navçeyên Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê werin lidarxistin. Sibe dê li kampa Vegerê ya navçeya Şêrawa were lidarxistin.

ANHA


Mijarên Din