Çalakiya Arîn Mîrkan… destpêka bidawîbûna DAIŞ`ê

Çalakiya fedaî ya Arîn Mîrkan asta berxwedanê li hember DAIŞ`ê bilind kir û cîhan bi xetereya wan hişyar kir. Çalakiya Arîn Mîrkan di berxwedana Efrînê de bi çalakiya Avesta Xabûr deng veda.

Berxwedana Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê rastiyên ku dê ji nifşên pêşerojê re bimînin, derxistin holê. Dê behsa wan rastiyan bikin û ji têkoşîna xwe re ji bo pêkanîna azadî û jiyana hevpar bikin pêşeng. Jê çalakiya fedaî ya şervana YPJ‘ê Arîn Mîrkan a di berxwedana Kobanê de li hember çeteyên DAIŞ`ê di 2014`an de, dema hêza DAIŞ`ê di asta herî bilind de bû û dema ku artêşên cîhanê nekarîn li hember wê bisekinin.

Arîn Mîrkan kî ye?

Navê rast ê Arîn Mîrkan Dilara Gênc e. Di sala 1992`yan de li gundê Husê yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê hatiye dinê. Gund bi navê Mîrkan jî tê naskirin. Arîn di sala 2007`an de tev li refên tevgera rizgariya Kurdistanê dibe. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re Arîn vedigere Rojava û tev li nava refên  Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  dibe. Lê bi lez bi saya giyanê xwe yê şîrîn, kesayeta wê ya bi hêz, fikra wê ya kûr û hewldana wê ya daîm ji bo azadiya jinan û civakê di nav hevalên xwe de dibe pêşeng.

Arîn di berxwedana Kobanê de

Di 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê bajarê Mûsil ê Iraqê û Reqa ya Sûriyê kontrol kirin û Reqa ji xîlafeta xwe re wek paytext ragihand. Kantona Kobanê ji sê aliyan ve dorpêç kirin û dest bi êrîşên cuda kirin. Ev êrîş heta 15`ê Îlonê dom kirin. Piştre bi sê aliyan dest bi êrîşeke mezin bi dirêjahiya bi sedan kîlometreyan ji aliyê başûr, rojhilat û rojavayê Kobanê û başûr Tirkiyê ve kirin.

Çeteyan êrîşî herêmê kirin û hovanetirîn binpêkirin pêk anîn ji kuştin, koçberkirin û şewitandina herêmeke fireh ku zêdetirî 4 hezar û 350 kîlometre çargoşe ye. Zêdetirî salek û nîv derdora 360 gund dorpêç kirin. DAIŞ`ê di êrîşên xwe de çekên giran mîna tank û topavêjên cuda ku hikmê avêtina wan digihîje 30 km’yan, bi kar anîn. Li hemberî vê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) tenê bi çekên takekesî û bi hejmarên kêm şer dikirin.

Li gel hebûna zêdetirî 400 hezar sivîlan YPG, YPJ û Odeya Operasyonan a Volkanê Firatê hewl dida sivîlan ji pencên DAIŞ`ê xilas bikin. Ji ber wê DAIŞ`ê bi lez gihaşt ber deriyên Kobanê û girê wê Miştenûr a ku bedewtirîn destanên lehengiyê û fedaîtiyê lê hatin nivîsandin.

Arîn çalakiya fedaî pêk tîne û berxwedan derbasî qonaxeke nû dibe

Bi gihaştina çeteyan ji Miştenûr re li nêzî bajarê Kobanê, şerên mezin di navbera şervanên YPG, YPJ û çeteyên DAIŞ`ê de rû dane. Di roja 5`ê Cortmeha 2014`an de dema şer di asta herî dijwar de bû, çeteyan texmîn dikir ku roja dawiyê ye û dê derbasî bajêr bibin. Piştî ku çeteyan hewl dan girê Miştenûr kontrol bikin, şervan Arîn Mîrkan a ku di nav komek biçûk de li girê şer dikir, berê xwe da çeteyan û çalakiya fedaî di nav wan de pêk anî. Di encamê de bi dehan çete hatin kuştin û tirs kete nav dilê wan. Piştre tekez bûn ku sûra bajêr veguheriya xelekek ji agir. Arîn û hevalên wê yên jin bi wê çalakiyê peyamek diyar da ku Kobanê ne ew bajarê biçûk e ku di çend saetan de dikarin kontrol bikin.

Çalakiya Arîn Mîrkan di dîroka berxwedanê de qonaxek bû

Çalakiya fedaî ya ku Arîn Mîrkan pêk aniye bi lez di herêmê de deng veda, êdî hemû behsa wê dikin. Piştî çalakiyê berxwedan derbasî qonaxeke din bû û êdî berxwedan li Kobanê li hember çeteyên DAIŞ`ê gihaşt guhên cîhanê. Lewra çavên hemû cîhanî veguherîn Kobanê û xetereya DAIŞ`ê li ser Rojhilata Navîn û cîhanê. Li ser wê sekreterê giştî yê NY`yê wê demê Ban Ki-Moon di 7`ê Cotmeha 2014`an de bi daxuyaniyekê bang li hêzên cîhanî kir ku mudaxele bikin û ji bo Kobanê bi lez tev bigerin. Piştî wî şandeyê NY`yê yê Sûriyê yê wê demê Stephan de Mistura ji kanala BBC`yê re axivî û got Kurd li Kobanê bi qehremanî xwe diparêzin. Divê civaka navdewletî nehêle Kobanê bikeve bin kontrola DAIŞ`ê.

Serokê Parlamantoya Ewropayê Martin Schulz bi kurdistaniyên ku li hember avahiya parlemanê çalakiya prostestoyî li dar xistibû, civiya û ji wan re got: "Divê bi lez li dijî êrîşên DAIŞ`ê li Kobanê mudaxele çêbe."

Catherine Ashton nûnera herî bilind a siyaseta derve û ewlekariyê ya Yekitiya Ewropayê di daxuyaniyekê de bi navê Yekitiya Ewropayê girêdayî rewşên Kobanê di 11`ê Cotmehê de got: "Şêniyên Kobanê ji cîhanê re asta israra xwe ji bo parastina nirx û mafên xwe yên bingehîn belî kirin. Cureyên cuda yên berxwedanê li hember zilmê nîşan didin."

Ji aliyekî din ve bi guhertina helwestên hêzên cîhanî û herêmî re ji Rojava û berxwedana wê li hember çeteyên DAIŞ`ê, dezgehên çapemeniyê yên cîhanî û navdewletî siyasetên xwe guhertin û dest bi ragihandina rastiya berxwedana Kobanê û sekinandina wê li hember terora cîhanî ji tevahiya gelên cîhanê re kir.

Li ser asta Kurdistanê, li bajarên Bakurê Kurdistanê di 6-7-8`ê Cotmehê de xwepêşendanên girseyî li dar ketin. AKP`ê nikarî li hembarî wan xwepêşendanan bisekine. Li bajarên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî xwepêşendan li dar ketin. Her wiha li piraniya bajarên cîhanê û Efxanistanê dostên Kurdan li qadan bûn.

Piştî ku berxwedana Kobanê li tevahiya cîhanê deng veda, kesên ku xelata Nobelê ya aştiyê girtine; fîlozof, dîroknas, rojnamevan, nûnerên rêxistinên sivîl û bi hezaran kesan roja 1`ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê ragihand.

Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe ya destanî karî bala tevahiya cîhanê bikişîne ser berxwedana Kobanê û gel ji xetereya qirkirinê biparêze. Her wiha çavên cîhanê li ser asta xetereya DAIŞ`ê vekirin. Ne tenê li Rojhilata Navîn, lê belê li ser tevahiya cîhanê.

Berxwedana jinan perdeya DAIŞ`ê li Kobanê çirand

Piştî çalakiya fedayî ya Arîn Mîrkan ku li girê Miştenûr ê başûrê rojhilatê Kobanê pêk aniye, her wiha berxwedana lehengiya fermandarên YPJ`ê mînakên Ozgur, Zehre Penaber, Hebûn Dêrik û Evîndar, şervanên YPJ`ê îspat kir ku hêza jinên şerker dikare  DAIŞ`ê derxe û ji nav bibe. Jinan li Kobanê pêşengiya şerên serkeftina li dijî DAIŞ`ê kir. Li vir nuqteya destpêka bidawîkirina DAIŞ`ê dest pê kir. Pê re jî bi pêşengiya jinên Sûriyê yên Bakur û Rojhilata Sûriyê pêşengiya şerên serkeftinê di rizgarkirina Reqayê û Baxozê di 23`yê Adara 2019`an de kir. 

Ruhê Arîn Mîrkan di berxwedana Efrînê de aj dide

Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê karibû ber bi azadiyê, mîsogerkirina mafên xwe û pêşengiya civakê ve bike, gelek gavan biavêjin da ku ji zîhniyeta desthilatdar rizgar bibin. Jina li kêleka berxwedana li dijî DAIŞ`ê û jinavbirinê, karibû pêşengiya berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk a li dijî Efrînê di 20 Çileya 2018`an de bike û dê heta rizgarkirina wê jî bidome.

Di berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk de ku bi navê Berxwedana Serdemê hate naskirin, di 28`ê Çileyê de şervan Avesta Xabûr li ser şopa azadiyê wekî Arîn Mîrkan, li dijî artêşa dagirker çalakiya fedayî pêk anî û bi vê çalakiyê tirs kire nava dilê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê. Ev berxwedana jinan dê heta rizgarkirina Efrînê jî li ser şopa Arîn Mîrkan berdewam bike, ku di nava xwezayê wê û bax û baxçeyên wê de mezin bûbû. 

(şx/rr)

ANHA


Mijarên Din