Çalakger li dijî gefên Tirkiyê berxwedana xwe didomînin

Şêniyên kantona Girê Spî ji beriya çend rojan ve ji bo redkirina gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê xwepêşandanên xwe li ser sînor didomînin

Ji 18`ê mehê ve şêniyên kantona Girê Spî li dijî gefên  dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkirina hêzên xwe li ser sînorê Girê Spî çalakiyan li dar dixin.

Tevî rewşa germahiyê şênî xwedî israr in, da ku ji cîhanê re tekez bikin ku ew ê li dijî hemû dijminên ku êrîşî xaka wan bikin, rawestin.

Rojane bi sedan şêniyên hemû bajar û navçeyên kantona Girê Spî beşdarî çalakiyê dibin.

Şêniyan bi çalakiya xwe isbata yekrêziya gelan li dijî gefên dewleta Tirk kir. Di roja 4`emîn ji çalakiyê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Nebo axivî û tekez kir ku heta pêkanîna armancên wan ew ê li ber xwe bidin.

Her wiha hevserokê Komîteya Perwerdeyê ya kantona Girê Spî Salih Hacî axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide projeya demokratîk têk bibe. Êdî diyar e. Êdî her kes dizane Girê Spî di nava aramî û ewlehiyê de dijî û ev yek li xweşiya Tirkiyê nayê."

Konê çalakiyê li Girê Spî vekirî ye. Rêveberiya kantonê têkildarî bidawîkirina çalakiyê tu agahî ranegihandine û şêniyan got ew ê heta bidawîkirina gefên Tirkiyê yên li ser herêmê çalakiya xwe bi dawî bikin.

(eh)

ANHA

 

 


Mijarên Din