Cad Cebaî: Komxebatên MSD‘ê yên dervayî welat fersendeke mezin e

Cad Cîbaî got MSD’ê ji diyalogê re vekirî ye û rêzdariyê ji nêrîna li hember xwe digire û wiha dewam kir: " Komxebatên MSD‘ê yên dervayî welat fersendeke mezin e."

Ronakbîr û lêkolînerê Sûriyê yê mûxalif Cad Cîbaî der barê komxebatên diyalogê yên ku Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) li derve li dar dixe de, diyar kir ku pêkan e ji encamne û nîqaşên wê sûd were girtin.

MSD’ê 3 komxebatên diyalogê li derveyî welat organînze kirin, armanc ji komxebatên derve ew e xwe bighîne beşeke mezin ji siyasetmedar û aktevîzên civakê yên oposîzyonê yên li derve. Komxebata dawî ya li paytexta Almanyayê Berlînê ku di 7 û 8’ê Îlonê de hatibû lidarxistin bû.

Ronakbîr û lêkolînerê Sûriyê yê opozisyonê Cad Cîbaî ku beşdarî komxebata dawî bibû got:"Ji wê komxebatê min ew gelek tişt fêm kir, divê ez îtîrafê bi yê li beramberî xwe bikin, nabe çawa em bixwazin divê wekî me be, an jî nabe li gorî îdolojeyekê yan jî partiyekê be û hwd bigirin. "

Cad Cîbaî anî ziman ku MSD’ê der barê diyalog û rêzgirtina ya hemberê xwe de vekiriye û wiha da zanî: "Divê bal bê kişandin ku dostên di Meclisa Sûriyeya Demokratîk de ji diyalog re vekiriye û rêzgirtinê li nêrîna dîtir re digire. Li gel wan hêza fikrî û exlaqî ya xwerexenkirinê û pejirandina rexneyên li hember hene. Beşdaran ku ez jî yek ji wan bûm, rexne li tecrûbeya Rêveberiya Xweser kir û bertekên hevalan di vê aliyê de tevî hişkbûna rexneyan jî hin caran, pir normal bûn. Ji lew re komxebat pir serkeftî û sûdwar bû û fersendeke mezin bû."

Cîbaî di berdewedama axaftina xwe de destnîşan kir ku divê sûd ji encmnameyên komxebatên diyalogê yên MSD’ê yên li derve bê girtin û wiha pê de çû: "Divê ne tenê beşdar jê sûdê bigirn, lê belê bi rêya giştîkirina encamnameyê û vekirina nîqaşnan, nêrînên ku têne girtin wekî têkiliya di laîk û hemweliya wekhev dibe sûd were girtin, her wiha ji bo komxebat û panelên bê de jî girîng e ku bibe bîngeha nêrîna niştimanî û demokratîk."

MSD’ê li ser bingeha encamnameyên komxebata diyaloga sûrî-sûrî ya ku di 28’ê Adarê li bajarê Kobanê li dar xistibû de, 3 komxebatên diyalogê li derveyî welat li dar xistin. Ya yekem li paytexta Fransayê Parîsê di 29-30’yê Hizîran de, ya duyemîn li paytexta Avusturya Viyana di 12-13’ê Tîrmehê de û ya sêyemîn jî li Berlînê di 7-8’ê Îlonê de, hatin lidarxistin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din